Li Wanê 5 kes hatin girtin

Li Wanê ji 15 kesên di 1’ê Gulanê de hatibûn destgîrkirin, 5 jê hatin girtin

Di serdegirtina malan a polîsan a sibeha 1’ê Gulanê ya li Taxa Xaçort a Rêya Ermûş a Wanê de 14 kes û kesek dema li nasnameya wî dihate venêrîn hatibûn destgîrkirin, piştî karê wan ên li emniyetê û şûnde sewqî edliyehê kirin.

Her 15 kesên ku birin edliyeyê piştî îfadeya wan hate girtin û şûnde bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Devrîm Aşan, Oktay Gîl, Feyaz Başak, Guven Ozdoner û Mûrta Şker ên sewqî dadgehê hatin kirin hatin girtin, 10 kesên din hatin berdan.

Kesên hatin girtin birin Girtîgeha Tîpa V a Wanê.