Li Wanê 17 hezar dengdêrên nediyar!

Ji Erzîrom û Xarpêtê 17 hezar dengdêr li Wanê hatin qeydkirin. Balkêş e ku 17 hezar dengdêr li 3 navçeyên navendî hatine belavkirin.

Dek û dolabên rejîma AKP'ê yên ji bo hilbijartinên xwecihî digerîne, yek bi yek eşkere dibin. AKP ku ji bo li Wanê şaredariyê bi dest bixe serî li her rê û rêbazê dide, piştî hîleya guhertina cihê sindoqan a di dema hilbijartinên 24'ê Hezîranê, vê carê jî plana 'dengdêrên xeyalî' dixe meriyetê.

AKP ku du sal in bi rêveberên xwe yên ji Xarpêrt, Kayserî, Erzîrom û Trabzonê li Wanê karê xwe dike, niha jî ji derve ve dengan tîne Wanê. Li gorî agahiyan, qeyûmên AKP'ê di nava 2 salan de 17 hezar dengdêr ji derve anîn Wanê û ew kirin hilbijêr.

AKP'ê dengdêrên xwe yên xeyalî yên ji Erzîrom û Xarpêtê anî, li navçeyên Rêya Armûşê, Artemêtan û Tûşbayê belav kir û bi bidestxistina her sê navçeyên navendî re dixwaze şaredariya bajarê mezin bi dest bixe. Tê gotin, 7 hezar dengdêr li navçeya Rêya Armûşê, 5 hezar dengdêr li Tûşbayê û 5 hezar dengdêr jî li navçeya Artemêtanê hatine bicihkirin. Ev kesên ku wê roja hilbijartinê bên Wanê, piştî ku dengê xwe dan AKP'ê wê vegerin Erzîrom û Xarpêtê.

KIYE YA HDP'YÎ: LI AVAHIYÊN VALA NAVÊ DENGDÊRAN HATINE QEYDKIRIN

Rêveberiya HDP'ê ya Wanê ya ji Karên Hilbijartinê Berpirsyar Hatîce Kiye li ser mijarê agahî da û got, "Dema ku mirov lîsteya dengdêran lêkolîn dikin, vê yekê bi zelalî dibînin. Li avahiyên di dema erdheja Wanê de xera bûne û niha vala ne, navê dengdêran qeydkirî ne. Me tespît kir ku ji Erzîrom û Xarpêtê dengdêr anîne Wanê. Lê çi dibe bila bibe wê îradeya gelê me bi ser bikeve. Di dema herî kin de em ê ji aliyê hiqûqî ve serlêdana xwe bikin."