Li Wanê 15 kes hatin binçavkirin
Li Wanê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û 15 kes binçav kirin.
Li Wanê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk avêtin ser malan û 15 kes binçav kirin.
Li navçeyên Rêya Armûşê û Artemêtanê yên Wanê, di serdegirtina malan de 15 kes hatin binçavkirin.
Hêzên çekdar ên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser 20'ên endamên Meclîsên Ciwanan ên HDP û DBP'ê.
Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, di serdegirtinê de 15 kes hatine binçavkirin.