Li Wanê 13 girtiyên din jî nehatin tedawîkirin

Li Wanê girtiyên ku şertên nexweşxanê û ferzkirin qebûl nekirin û li girtîgehê vegerandin, tedawiyên wan hê jî nehatine kirin.

Ji girtiyên siyasî 17 jê ku greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi serfirziyê qedandin, biribûn Nexweşxaneya Herêma Wanê ya Perwerdehî û Lêkolînê û Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi ya Sala Sedî. 13 berxwedêrên rojiya mirinê ku biribûn Navenda Tibê ya Dursun Odabaşi, diyar kirin ku şertên nexweşxanê ne baş in û ji ber ku tedawî qebûl nekirin birin girtîgehê. Li gel ku 6 roj bihurîne jî hê jî tedawiya girtiyan nehatiye kirin.

Malbatên girtiyan ku çûne serdanê gotin ew ditirsin ku rewşa tendiristiyê ya zarokên wan kambaxtir bibe. Malbatan xwestin ku rêxistinên civaka sivîl demildest tevbigerin. Malbatan diyar kirin divê tedawiya wan dest pê bike û gotin, ‘’Di hevdîtina heftane de zarokên me gotin, ji ber ku şertên nexweşxanê ne hijyenik bûn, tedawî qebûl nekirine. Zarokên me birine Navenda Tibê ya Lêkolînê ya Dursun Odabaşi ya Sala Sedî. Xwestin ku li bin nexweşxanê, li devereke weke jêrzemînê wan tedawî bikin. Cihê ku girtî biribûnê da ku tedawiya wan lê were kirin, bê hewa, bê pencere, hefnikî û pir gemarî bûye. Ji ber van şertan zarokên me tedawî qebûl nekirine.’’

Malbatên girtiyan ji ber ku hê jî zarokên wan nehatine tedawîkirin helwest nişan dan û gotin ,’’Demildest divê zarokên me bibin nexweşxaneyeke têr û tije. Ji bo ku tendiristiya wan baş bibe zû divê werin tedawîkirin. Em malbatên girtiyan tim li pey zarokên xwe bûn.Heke hewce bike em ê dîsa derkevin meyanan. Bes vê nehiqûqiyê bikin û tedawiya zarokên me bikin. Her wiha divê rêxistinên civaka sivîl û partî zû tevbigerin û pêvajoyê bişopînin.’’