Li Tûşbayê erdheja bi dijwariya 4.1 pileyî

Li navçeya Tûşba ya Wanê doh bi şev bi dijwariya 4.1 pileyî erdhejek pêk hat.

Li gorî Serokatiya Rêveberiya Rewşa Lezgîn û Afetê (AFAD), erdhej li gorî dema herêmê saet di 23:16'an bi 10 kîlometreyan li binê erdê bi tundiya 4.1 pileyî rû da. Piştî du deqeyan jî bi dijwariya 3.7 pileyî careke din erdhej pêk hat. Li gorî agahiyên destpêkê erdhejê xisar li derdorê nekiriye.

Di 16'ê Sibatê de saet 21:03'an bi dijwariya 4.7 pileyî li Wan/Elbakê erdhejek pêk hatibû.

Li Bakurê Kurdistanê herî dawî li Xarpêtê erdhejeke giran pêk hatibû. Di erdheja 24'ê Çileyê de ya il navçeya Sîvrîce ya Xarpêtê ku tundiya wê 6.8 pile bû 41 kesî jiyana xwe ji dest dabûn.