Li Tokyo 1. Konferansa Kurd

Li paytexta Japonya Tokyoyê îro 1. Konferansa Navnetewî ya Kurd pêk tê.

 

Li gel siyasetmedarên Japon û siyasetmedarên ji Rojava û Bakurê Kurdistanê, ji Başûrê Kurdistanê jî nûnerên partiyan di konferansê de hazir in. Her wiha gelek nûnerên partiyên siyasî yên Japon, wekîl, nûçegihan û rêxistinên saziya sivîl jî hatine vexwendin.

Di konferansê de Hevseroka Meclîsa Damezirîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê Hediye Yûsiv jî amade ye.

Hediye Yûsiv bang li qada navetewî kir ku destekê bidine Projeya Bakurê Sûriyê. Wekîlên Japon jî gotin di têkoşîna dijî DAIŞ’ê de ew bi hijmetkarî têkoşîna Kurdên Sûriyê dişopînin.

Siyasetmedarên Kurd piştî resepsiyonê bi Dîrektorê Wezareta Karê Derve ê Japon, Efrîkaya Bakur a Rojhilata Navîn Tsûka Uemûra re rûniştin. Di rûniştinê de ji bo Federasyona Bakurê Sûriyê û têkoşîna dijî DAIŞ’ê ji hikûmeta Japon alîkarî xwestin.