Li Tîpa T ya Xarpêtê zext jî berxwedan jî didome

Li Tîpa T ya Xarpêtê zext û berxwedan didome. Girtî li bendê ne ku gel piştevaniye li wan bike.

Li Girtîgeha Tîpa T ya Xarpêtê diyar bû ku kartên nasnameyê li girtiyên jin tê ferzkirin. Li ser kartê nav, paşnav, wêne û peyva ‘terorê’ ya heye, piştî ku girtiyan li ber xwe dane li ser kartê peyva ‘teror’ê hate rakkirin. Girtiyên jin diyar kirin ku heke serê xwe ji van kirinan re bitewînin wê hemû mafên wan werin desteserkirin û dîsa li ser karta ‘teror’ binivisin û wan ev kart qebûl nekirine.

Ji bo ku ev kart bi kar neanîne girtî ev 4 meh in dernakevin hevdîtinên heval, malbat û parêzeran, naçin dadgehan, mafê telefonê tine, nikarin tevlî çalakiyên sohbet û sosyal bibin, wan nabin revîrê, nexweşxaneyê û kargoyê nadin wan.

KETIN GIRÊVA BIRÇÎBÛNÊ

Her wiha bi navê ‘tetbîqatê’ ava jidiyayî bi ser koxuşan de dirijînin, li girtiyan dixin. Li dijî vê girtiyên jin ev 53 roj in ketine girêva birçîbûnê.

6 girtiyên ji doza PKK’ê û MKP’ê bi dorvgerî girêva birçîbûnê dane destpêkirin û ji 9’ê Kanûnê ve veguherandin girêva birçîbûnê ya bêdem û bê dorvegere.

BANGA XWEDÎDERKETINÊ

Parêzer Can Tombul ku bi Endama  Desteya Rêveber a Navendî ya ESP’ê re li girtîgehê axivî, diyar kir ku girtî li bende ne ku raya giştî li wan xwedî derkeve.