Li Tîpa T a Wanê êkîba êşkenceyê

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê ji derveyî qanûnan Ekîbên Taybet ên Gardiyanan (OGT) hate avakirin. OGT bi ser qawîşan de digrin û girtiyan diavêjin hûcreyan, 13 girtî hatin sîrgûnkirin.

Li Girtîgeha Tîpa T a Wanê zext didomin.  Li gorî agahiyên ku kesekî li girtîgehê gotî derengiya şevê bi ser qawîşan de tê girtin. Tişt, cih û nivînên razanê têne belavkirin, gelek girtiyên siyasî bi zorê diavêjin hûcreyên yek kesî û êşkence li wan dikin.

Diyar bû ku gardiyanên bi navê Ahmet û Mesût berpirsên Ekîbên Taybet ên Gardiyana ne û bi piştgiriya midûrê girtîgehê di dema çûyîna nexweşxaneyê de, di dema hevdîtina girtiyan a bi malbatê re gelek caran provakasyonan derdixin û hinek girtiyên siyasî jî derb dikin.

JI 13 GIRTIYAN AGAHÎ NAYÊ GIRTIN

Ji 13 girtiyên ku di bin tecrîdê de ne agahî nayê girtin. Her çiqas rêveberiya girtîgehê ji malbatan re dibêje girtî hatine sîrgunkirin  jî heta niha nayê zanîn ku girtî hatine sîrgûnkirin yan ne?

RÛMETA MIROVAN BINPÊ DIKIN

Hiqûqnas Cemal Demîr jî ku bê navber diçe girtîgehên Tîpa T û F’yê wiha dibêje; “Li dijî girtiyên siyasî mûameleya xirab tê kirin. Em dizanin ku di nava girtîgehê de girtî ji aliyê komekî gardiyanên ji derve tên, têne êşkence kirin. Di hevdîtinên me de mijara sereke derb, êşkence û hemû şêweyên mûameleya xirab e. Dibin kontrola dewletê de hemû mûameleyên  li dijî rûmeta mirovan êşkence ye.”