Li Til Hemîsê teqîn: 5 kesan jiyana xwe ji dest dan
Li Til Hemîsê 2 teqînên cuda rû dan. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Til Hemîsê 2 teqînên cuda rû dan. Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li ser rêya gundê Sediya û Til Hemîsê, di dema derbasbûna wesayîteke sivîl de mayîna li kêleka rê hatibû bicihkirin, teqiya.
Di bûyerê de Heyat Îbrahîm (32), Neîme Nime (33) û zarokê bi navê Hisên Îbrahîm jiyana xwe ji dest dan.
Teqîna duyemîn jî li ser rêya Mercan a bi 18 kîlometreyan li rojhilatê Til Hemîsê ye rû da.
Mayîna li kêleka rê hatibû bicihkirin, di dema derbasbûna motorsîkletekê de teqiya. Li vir 2 sivîlan jiyana xwe ji dest dan.