Li Tetwanê 8 gundî hatin destgîrkirin, ji 2 gundiyan agahî nayê girtin

Di serdegirtina li gundê Peyîndas ê Tetwanê de 8 kes hatin destgîrkirin û agahî ji 2 kesên ku navê wan nehat zanîn, nayê girtin.

Di sibeha 10’ê Tebaxê de li çoltarê gundê Peyindas ê Tetwan a Bedlîsê pevçûn derketibû û piştre jî li dijî gund operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Leşkeran, di çarçoveya operasyonê de li gund 8 kes destgîr kirin. Hat zanîn ku li herêmê pevçûnên dijwar diqewimin û duh di danê sibehê de gundiyên bi navên Kerem Arvas, Mustafa Tedbîrlî, Necîp Tedbîrlî, Heybet Çelîk, Serkan Îpek, Garîp Îpek, Ekrem Avras û Ahmet Çelîk hatin destgîrkirin û 2 gundiyên navên wan nehat zanîn jî tu agahî jê nayên girtin. Çavkaniyên herêmî dan zanîn ku di dema destgîrkirinê de leşkeran Kerem Arvas derb kirine û gef lê xwarine.

Hat zanîn ku gundiyên hatine destgîrkirin niha li qereqolên leşkerî yên Bedlîs û Tetwanê tên ragirtin. Her wiha hat diyarkirin ku hêj îfadeyên 8 kesan nehatine girtin. Rayedarên dewletê heta niha jî têkildarî destgîrkirinên li gundê Peyîndasê tu daxuyanî nedane.