Li Tatosê 5 kes hatin girtin

Ji 15 kesên ku li Tatosê di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de hatibûn destgîr kirin, 5 kes li dadgehê hatin girtin.

27’ê Sibatê li navçeya Tatos a Erziromê polîsan avêtibûn ser malan û 15 kes destgîr kiribûn. Şevê din piştî îfadeya li Midûryeta Emniyetê ya Bajêr 15 kes sewqî dadgehê hatin kirin.

Namzetê endama Meclîsa Şaredariya HDP’ê ya Tatosê Zekeriya Kaldir, Cengîz Kaldir, Vahdettîn Îba yê 65 salî, Mûrat Îba û Bûdak Koçak bi hincetên “endamê rexistinê ne’ û “beşdarî çalakiyên kobanê bûne” hatin girtin û şandin Girtîgeha Tîpa H a Erziromê.