'Li Sûriyeyê tenê gelê Kurd xwedî projeya çareseriyê ye'
Heleb: Li ser xwîna mirovan hesabên berjewendiyan tên kirin, senaryoyên siyasî yên bê exlaq tên nivîsandin. Tevî van hemûyan jî têkoşîna siyasî, leşkerî û dîplomatîk a MSD û QSD'ê wê siberoja Sûriyeyê diyar bike.
MAHÎR YILMAZKAYA / DARAV ALA
HELEB / ANF
în, 10 reşemiyê 2017, 08:12
Fermandarê Giştî yê YPG li Helebê Kawa Heleb bersiv da pirsên ANF'ê.
Kawa Heleb da xuyakirin, ku 6 salan bala tevahiya cîhanê li ser Helebê û cihekî welê bû, ku hesabên cuda li ser dihat kirin, di navbera hêzên rejîmê û çeteyan, di navbera YPG/YPJ û çeteyan de şerekî bêeman lê qewimî.
Heleb bibîr xist, ku piştîr raperîna sala 2011'an li Helebê şerekî gelekî mezin qewimî û got, "Li rojavayê Helebê dewleta Sûriyeyê, li rojhilat jê çeteyên koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê hebûn. Me jî li gorî stratejiya rêya 3. dest bi parastina gelê xwe yê li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê kirin."
Heleb da zanîn, gelek komên bi navê mûxalefetê derketin holê, dest bi talanê kirin, lewma bûn bi dehan kom û got, "Ji ber ku Ehrar El Şam û El Nûsra li herêmê bi bandor bûn, bandora komên din ên çeteyan nema. El Nûsra û Ehrar El Şam bi vî rengî şêweyekî cuda yê jiyanê li ser komên din û gelê herêmê ferz kirin. Ev rewş bû sedem ku gelê herêmê berê xwe bide hikûmetê û konrola Helebê jî di encama vê yekê de ket destê hêzên rejîmê."
DI NAVA ŞERÊ GIRAN DE, ŞÊX MEQSÛD Û EŞREFIYE BÛN HERÊMA EWLE
Fermandarê YPG'ê yê li Helebê Kawa Heleb diyar kir, ji bo şerê hilweşîner bandorê li gelên wan neke, YPG û YPJ bi erka parastina gel rabûne û wiha dewam kir: "Li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, em bi erka parastina gelê xwe rabûn û me nehiştin şer bigihêjin va taxan. Dikarim bêjim ku me ev armanca xwe bi giranî bi ser xist. Dema ku Heleb bi temamî hat hilweşandin, şewitandin û talankirin, qadên weke Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê, ku ji aliyê YPG/YPJ'ê ve dihatin parastin, bûn herêmeke ewle ji bo hemû Helebiyan. Bi hezaran mirov hatin herêmên di kontrola me de ne."
Heleb anî ziman, ku DAIŞ'ê û çeteyên koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê gelek caran êrîşên giran birin ser vê herêma ewle û got, "Xwestin Şêx Meqsûd û Eşrefiyeyê dagir bikin û bê Kurd bêhlin. Gelê Kud û Helebiyên xwe li vê herêmê girtin, bûn hedefa êrîşên komên çeteyan. Mirovên ji gelê me hatin kuştin. Îşkence li wan hat kirin.
YÊN KU SERÎ TEWAND, DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN KOALÎSYONA SÛRIYEYÊ NE
Lê belê gelê me ti carî serî li ber êrîşan netewand. Tevî şervanên YPG/YPJ'ê li ber xwe da. Û di dawiya dawî de gelên me bi ser ket. Yên ku li ber xwe dan YPG û YPJ bûn, ku canê xwe feda kirin. Yên ku serî tewand, dewleta Tirk û çeteyên koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê bûn. Gelên me, ji 7 heta 70 salî, li Şêx Meqsûd û herêmên din ên rizgarkirî, di nava aramî û baweriyê de dijî."
LI SER BANG Û DAXWAZA GEL, TAXÊN LI ROJHILATÊ HELEBÊ HATIN RIZGARKIRIN
Heleb destnîşan kir, ku banga gelên li rojhilatê Helebê dijîn, di dema dawî de zêde bû û got, "Bi taybetî, ji ber zextên çeteyên koalîsyona neteweyî ya Sûriyeyê, gelê li taxên rojhilat ên Helebê dijîn, di mehên Mijdar û Kanûnê de her roj banga rizgarkirinê li me kirin.
Weke Yekîneyên Parastina Gel, me bersiv dan van bangên gelê me yê li Helebê. Û me dest bi operasyonên rizgarkirina taxên rojhilatê Helebê kirin, ku hingî ji aliyê çeteyên koalîsyona Sûriyeyê ve hatibû dagirkirin. Di encamê de me gelek tax ji çeteyan paqij kirin."
DEWLETA TIRK LI SIYASETA HUNDIR Û DERVE TENGAV BÛYE, LEWMA DEST BI HEWLDANA DAGIRKERIYÊ KIR
Têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojava û Bakurê Sûriyeyê Heleb got, "Dewleta Tirk di siyaseta navxweyî û derve de tengav bûye. Ji bo vê tengaviyê ji holê rake, ket nava hewldana dagirkeriyê.
Dewleta Tirk, ji destpêka şerê li Sûriyeyê û vir ve bû aliyekî vî şerî. Dewleta Tirk di şerê Sûriyeyê de bi rengekî vekirî destek da komên çete; DAIŞ, El Nûsra, Ehrar El Şam, Ceyş El îslam, Tûgaya Sûltan Mûrad. Ev yek jî li dijî rejîma Baas û hêzên gel ên demokratîk û şoreşger bi kar anî."
'DEWLETA TIRK NIHA LI DIJÎ DAIŞ'Ê ŞER NAKE, HEWL DIDE DAIŞ'Ê RIZGAR BIKE'
Heleb destnîşan kir, ku dewleta Tirk van komên çete yên navên wan li jorê hat nivîsandin, ji bo xwe weke gefekê nabîne û bi berdewamî got, "Niha dide nîşandan bê li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer dikin. Lê belê ji aliyê esasî ve hewl dide çeteyên DAIŞ'e rizgar bike. Binêrin, çeteyên DAIŞ'ê niha li nava Bakurê Sûriyeyê tenê li herêma Şehba ne. Yanî hêzên gel ên azadîparêz û şoreşger, çeteyên DAIŞ'ê ji nava axa xwe qewirandine. Çeteyên DAIŞ'ê hê li Şehbayê ne û yekane sedema vê yekê dewleta Tirk e.
Dewleta Tirk, Kurdên ku gel û baweriyan li hev dicivînin û li ser bingeha edalet, wekhevî û azadiyê sîstemeke jiyana azad û hevpar ava dikin, weke gefekê dibîne. Ji ber vê yekê Cerablûs û bajarokê El Raî dagir kir. Dixwaze ji ber heman sedemê bajarê Babê jî dagir bike. Lê belê ne hêza xwe heye ku karibe vê bike, ne jî hêzên navneteweyî dihêle tiştekî bi vî rengî bike."
BI RIZGARKIRINA MINBICÊ RE SÎSTEMA FEDERAL A DEMOKRATÎK XURT BÛ
Fermandarê YPG'ê yê Helebê Kawa Heleb di dewama axaftina xwe de ragihand, bi rizgarkirina Minbicê re Sîstema Federal a Demokratîk xurtir bûye û got, "Bi destpêkirina pêngava rizgarkirina Reqayê re, dewleta Tirk li pêşberî vê rewşê gelekî aciz bû. Û hewl da hêzên gel ên demokratîk û şoreşger tesfiye bike, bifetisîne. Lewma êrîşî hêzên gel ên li Minbic û Şehbayê dike. Di rewşa heyî de ev êrîş dewam dikin. Bi êrîş û dagirkeriya li Cerablûs, El Raî û êrîşên li dijî Babê re dewleta Tirk dixwaze sîstema federal a demokratîk tine bike û vîna gelan teslîm bigire."
ŞOREŞA ROJAVA YEKANE PROJEYA ÇARESERIYÊ YA JI BO GELAN XIST MERIYETÊ
Heleb da xuyakirin, ku gelan dîtin Şoreşa Rojava bi pratîka xwe ya leşkerî û siyasî re yekane projeya çareseriyê ji bo gelan daniye holê û got, "Sîstema kantonan, sîstema xweserya demokratîk yek ji van projeyan e. Gelan bi pejirandina vê sîstemê re, ji bo berfireh û mayînde bikin biryara xwe di sîstema federal a demokratîk de dan.
Sîstema federal a demokratîk desthilatdarî nîne, lê sîstema civak û gel e. Li dijî şerê desthilatdariyê yê navbera rejîmê û qaşo mûxalefetê, ev sîstem projeya eykane ya maf û azadiyên hemû gelên Sûriyeyê ye. Lazim e her kes vê yekê bi vî rengî binirxîne."
TÊKOŞÎNA MSD Û QSD'Ê WÊ SIBEROJA SÛRIYEYÊ DIYAR BIKE
Heleb da zanîn, ku xuya ye şerê li Sûriyeyê wê di dema navîn û kurt de bi dawî nebe û destnîşan kir, eşkere ye, yekane hêza ku ji bo siberoja Sûriyeyê proje danîne holê, Kurd in û dostên wan e.
Statuyeke ku hemû cihêrengiyên Kurdan di nav de ne, ava bû. Ne dewleta Tirk, ne Başûrê Kurdistanê û ne jî komên çete yên sextekar ku hewl didin xwe bi navê 'mûxalefeta Sûriyeyê' bi nav dikin, wê di siberoja Sûriyeyê de mafê nebin.
Li ser xwîna mirovan hesabên berjewendiyan tên kirin, senaryoyên siyasî yên bê exlaq tên nivîsandin. Tevî van hemûyan jî têkoşîna siyasî, leşkerî û dîplomatîk a MSD û QSD'ê wê siberoja Sûriyeyê diyar bike."