Li Sûrê jin nobedê digirin

Dewleta Tirk, ji bo hilweşandina xaniyên wan heta roja Sêşemê dem daye şêniyên taxên Alîpaşa û Lalebeyê. Jinên Sûrê li dijî hilweşandinê nobedê digirin.

Li navçeya Sûr a Amedê, biryara hilweşandina taxên Alîpaşa û Lalebeyê ji mizgeftê hatibû ragihandin. Dewleta Tirk ji bo hilweşandinê heta roja Sêşemê dem dabû şêniyên taxên navborî ku malên xwe vala bikin. Jinên li van taxan ku biryara hilweşandina taxên xwe nas nakin, dev ji taxên xwe bernadin û li dijî hilweşandinê nobedê digirin.

Jinan gotin, ew ê ti carî malên xwe nehêlin û neçin TOKÎ. Ji bo yên ku wê bi kepçeyan werin jî gotin, "Eger werin wê bersiva xwe bibînin."