Li Amedê agirê Newrozê hate vêxistin - HATE NÛKIRIN
Li Amedê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” agirê Newrozê li navçeyên Peyas û Rezanê, li navçeyên dîrokî yên Sûr û Çermikê hat pêxistin.
Li Amedê bi dirûşmeya “Dema dema serkeftinê ye” agirê Newrozê li navçeyên Peyas û Rezanê, li navçeyên dîrokî yên Sûr û Çermikê hat pêxistin.
Li Taxa Çarikli yê navçeyê Sûr a Amedê pîrozahiya Newrozê hat lidarxistin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), HDP’a Amedê û gelek welatiyên bajarokê jî amedê bûn. Di pîrozbahiyê de welatiyan dirûşmên "Newroz pîroz be" û " Bijî Newroz" berz kirin û agirê Newrozê gur kirin.
Tevî hewayê sar jî ji heft salî heta heftê salî bi sedan welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatiyan li ber dahol û zirnayê govend gerandin, çepik lê dan û tilîlî avêtin.
Pîrozbahî bi govend û dirûşman bi dawî bû.
PEYAS Û REZAN
Li gundên Alankoz û Mirukizir ên navçeya Rezanê agirê Newrozê hat pêxistin. Ligel hewaya sar û baranê jî gundiyan ewil agir pêxistin û pişt re bi dehol û zirnayê govend gerandin.
Jinan bi kincên herêmî govend gerandin.
Ciwan dirûşmeya "Bijî Serok Apo" berz kirin.
Li taxa 450 Evler a navçeya Peyasê jî agirê Newrozê hat pêxistin.
Pîrozbahî bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû