Li Stewrê operasyona qirkirinê: 5 kes hatin destgîrkirin

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de li Stewrê di serdegirtina malan de 5 kes hatin destgîrkirin.

Li taxa Derîş a navçeya Stewr a Mêrdînê, leşkeran avêtin ser malan. Di serdegiritnê de Cabbar Gunduz, Mûstafa Kiliç, Mekî Eroglû, Davût Okûmûş û Metîn Ortak hatin destgîrkirin.

Her pênc kesên ku birin Qereqola Jendermeyan a Navçeyê, eşkere bû ku ji ber ku lêpirsînên salên 2014-2015'an hatine destgîrkirin.

Her wiha ji 9 kesên ku Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Perîhan Agagolû jî di nav de ye û li navenda Mêrdînê û navçeyên wê di 29'ê Sibatê de hatibûn destgîrkirin, 7 jê hatin berdan.

Hevseroka HDP'ê ya Bajêr Perîhan Agaoglû û Hevserokê berê yê HDP'ê yê Mêrdînê Mûsa Alkan sewqî edliyeyê hatin kirin. Agaoglû û Alkan îfadeyê didin dozgeriyê.