Li Sirînê cenazeyê şervanekî QSD′ê Mihemed El-Icêl hate veşartin
Welatiyên bajaroka Sirînê cenazeyê şervanê QSD′ê Mihemed El-Icil Ebû Hemdan ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû veşartin.
Welatiyên bajaroka Sirînê cenazeyê şervanê QSD′ê Mihemed El-Icil Ebû Hemdan ê ku di Pêngava Xezeba Firatê de jiyana xwe ji dest dabû veşartin.
Bi sedan welatiyên bajaroka Sirînê canezeyê şervanê Ketîbeya Eşbal Reqqa (Di nava Hêzên QSD′ê de cih digirin), Mihemed El-Icil Ebû Hemdan (Ebû El-Icil) li gundê Wadnî yê 30 km dikeve başûrê bajaroka Sirînê, veşartin.
Di merasîma oxirkirinê de, Fermandarên QSD′ê, Endamên Hêzên Asayîş, Meclîsa bajaroka Sirînê û Şaredariya Gel, amade bûn.
Li goristanê şervanan merasîmekî leşkerî lidar xistin. Piştre Endamê Saziya Malbatên Şehîdan a bajarokê Nasir Hemûd axivî û got: “Cangoriyên azadiyê ji bo parastina axa welat û rûmeta gelê Sûriyê, canê xwe feda kirin. Divê em yekîtiya xwe ava bikin, têkoşîna xwe bidomînin û hêviyên şehîdên xwe pêk bînin.″
Fermandarê Ketîbeyê Hecî, jî soza şopandina rêya cangoriyên azadiyê da û bang li gelê Sûriyeyê kir ku hevgirtina xwe xurt bikin û ji bo berjewendiyên tevahî gelê Sûriyeyê, bixebitin.
Her wiha Hevserokê Meclîsa bajarokê Hec Mihemed jî diyar kir ku divê her kes li hember xwîna şehîdan xwe berpirsyar bibîne.
Piştre, nasnameya têkoşer hat xwendin, radestî malbata wî hat kirin.
Di dawiya merasîmê de cenazeyê Ebû El-Icêl li goristana gund hate veşartin.