Li Sinûnê Zekî Şengalî hate bibîranîn

Li bajarokê Sinûn a Şengalê ji bo 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ji aliyê Meclîsa Gel û endamên Şaredariya Sinûnê ve Endamê Koordînasyona Civak Êzidî yê weke di nava civak Êzidî de Mam Zekî Şengalî dihate nasîn, hate bibîranîn.

Li bajarokê Sinûn a Şengalê ji bo 1’ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê ji aliyê Meclîsa Gel û endamên Şaredariya Sinûnê ve Endamê Koordînasyona Civak Êzidî Zekî Şengalî hate bibîranîn.

Endam û rêveberên Meclîsa Gel a Sinûnê serdena Şaredariya gel kirin . Endam û rêveberên Meclisê ji aliyê edamên şaredariyê ve hatin pêşwazîkirin.

Piştî serdanê endamên Meclîsa Gel û Şaredariyê berê xwe dan ser rêya sereka ya Sinûnê û li ber wêneyê kedkarê civaka Êzidî Zekî Şengalî gul çandin û bibîranîn.