Li Sine û Merîwanê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê berdewam dike. Li gelek navendên bajarê Merwîna agirê Newrozê hat vêxistin û govend hate gerandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê coşa Newrozê berdewam dike. Li gelek navendên bajarê Merwîna agirê Newrozê hat vêxistin û govend hate gerandin.
Li Rojhilatê Kurdistanê pîrozbahiyên Newrozê dewam dike. Li 5 navendên bajarê Merîwanê bi merasîmeke heybet Newroz hat pîrozkirin.
MERÎWAN
Ev çendîn roj in li gelek navendên Rojhilatê Kurdistanê, li dijî asîmîlasyon û qedexeyên rejîma Îranê pîrozbahiyên Newrozê dihat kirin. Herî dawî li Merîwanê bi hezaran kes ji bo pîrozbahiyê herikîn qadên Newrozê.
Însîyatîfa Demokratîk a Gel îro bi daxuyaniyek ve bangewazî li hemû gelên Merîwanê kiribû ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bibin.
Însîyatîfê diyar kiribû ku wê li 5 gundên Merîwanê; Kanîdînar, Çorûnen, Deştîbîlo, Giwêzekire wê merasîmên pîrozbahiyê were lidarxistin.
Ji saetên sibehê şûnde welatiyên bajar û gundên Merîwanê ji bo pîrozbahiya Newrozê herikîn qadêb Newrozê.
Di dîmenan de tê xuyakirin ku bi hezaran mirov di pîrozbahiyê de cih girtiye û bo coşeke mezin cejna Newrozê pîroz dikin.
SINE
Duh li Sineyê jî şahiyek bi coş hati bû lidarxistin. Ji heft salî hetanî heftê salî, welatî bi cil û bergên Kurdî tevlî pîrozbahiyê bûn. Gel dirûşman berz kirin û bi saetan govenda azadiyê gerandin.
Di serîde KODAR, PJAK û KJAR gelek sazî û kesyetên Kurd diyarkiribûn ku rejîma Îran hewl dide wate û girîngbûna roja Newrozê bide jibîrkirin. Ji ber vê jî daxwaz hatibû kirin ku herkes di bin însiyatifa xwe, bi ruh û îradeya Kurdewarî tevlî pîrozbahiyên alternatîf bibin.