Li Silopyayê operasyona leşkerî: Bax û baxçe bûn xwelî
Piştî operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li bejahiya gundê Zêdga ya Silopyayê şewat derket. Di şewatê de bax û baxçeyên welatiyan bûn xwelî.
Piştî operasyona artêşa Tirk a dagirker ya li bejahiya gundê Zêdga ya Silopyayê şewat derket. Di şewatê de bax û baxçeyên welatiyan bûn xwelî.
Li Gundê Zêdga yê Navçeya Silopî ya Şirnexê bi tevlêbûna gelek eskeran operasyon hat lidarxistin. Piştî operasyona eskerî agir bi zevî û çandiniyê welatiyan ket. Piştî agir bi zeviyên welatiyan ket, hemû zad û zeviyên welatiyan ên çandî şewitîn. Dîsa bax û bostanên welelatiyan tev şewitîn û bûn xwelî.
‘LEŞKERAN TEFANDINA AGIR ASTENG KIRIN’
Welatiyan diyar kirin ku dema agir bi zad û zeviyên wan ket xwestin vemirînin, lê eskeran destûr nedane wan ku biçin mudaxale bikin û vemirinin. Welatiyan destnişan kirin ku piştî serî li Qeymeqamiyê dan û şûnde li gel yekîneyên şaredariyê yên agirkujiyê çûn herêmê û agirê bi zeviyan ketibû vemirandin.