Li Silopiyê çalakiya YJA-Starê: Wesayîta zirxî hate îmhakirin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA-Starê li Silopiyê wesayîteke zirxî îmha kirine. Di heman demê de nasnameya sê gerîlayên ku li Gabarê jiyana xwe ji dest dane jî hate eşkerekirin.

 Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê encamên çalakiyên li Silopî û Gabarê yên li dijî artêşa Tirk ragihand. Di heman demê de hate diyarkirin ku, li Agiriyê kontrayê bi navê ‘Çorûmlû Ramazan’ jî hate cezakirin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

LI SILOPIYÊ WESAYÎTA ZIRXÎ HATE ÎMHAKIRIN

“Di 23’ê Mijdarê de saet di 11.30’an de wesayîta zirxî ya artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya ku li Silopiyê ji qereqola Giryareş diçû qereqola Gitê, bûye hedefa hêzên me yên YJA-Starê. Di vê çalakiyê de wesayîta zirxî îmha bûye û hejmara leşkerên mirî û birîndar ên dijmin nehatiye tespîtkirin. Piştî çalakiyê hêzên dagirker bi hewan û tankan qad bomberdûman kirine. Yekîneya me ya ku çalakî li dar xistiye jî bi silametî vegeriyaye cihên xwe.

LI AGIRIYÊ KONTRAYEK HATE CEZAKIRIN

Kesekî bi navê Çorûmlû Ramazan ê bi nasnavê Melê li Kurdistanê çalakiyên kontrayî li dar dixist, di 23’ê Mijdarê de saet di 22.00’an de li qada Neco ya Bazîdê ya Agiriyê dema ku keşif dikir hatiye girtin û ji aliyê hêzên me ve hatiye cezakirin.

LI GABARÊ ÇALAKÎ

Di 16’ê Mijdarê de saet di 17.10’an de hêzên me li dijî artêşa dagirker a Komara Tirkiyeyê ya li girê Girdara ya Gebarê çalakiyek li dar xistiye. Di vê çalakiyê de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 2 leşker hatine kuştin. Piştî vê çalakiyê şer çêbûye û di vî şerî de 3 hevalên me piştî berxwedaneke qehremanî gihiştine şehadetê.

Nasnameya hevalên me yên şehîd wiha ne:

 Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/deniz_islam_small.jpg

Nasnav: Deniz Bawer Tolhildan
Nav û Paşnav: Îslam Örnek
Cihê Jidayikbûnê: Sêrt
Navê Dayik - Bav: Çîçek - Alî
Cih û Dîroka Şehadetê:Şirnex / 16’ê Mijdar 2017

Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/maskeli_foto.jpg

Nasnav: Kendal Bekîrî
Nav û Paşnav: Celal Yavûz
Cihê Jidayikbûnê: Êlih
Navê Dayik - Bav: Saadet - Sezgîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 16’ê Mijdar Şırnak

 Description: http://www.hezenparastin.com/sehit/wene/sehit_kunyeleri/2017/serjin_berivan_small.jpg

Nasnav: Şerjîn Herekol
Nav û Paşnav: Berîvan Elçî
Cihê Jidayikbûnê: Mersîn
Navê Dayik - Bav: Emîne - Sadrettîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Şirnex / 16’ê Mijdar 2017