Li Silopiyayê 'Meşa Mirovahiyê' destpê kir

Ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî, li navçeya Silopiya ya Şirnexê girseya gel kom dibe.

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, li navçeya Silopiya ya Şirnexê 'Meşa Mirovahiyê' tê lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Platforma Koçê tê lidarxistin.

Girseya gel ji bo meşa ku wê ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê bê lidarxistin, li bajarokê Tilqebînê li hev kom bû.