Li Silopiyayê çalakiya sabotajê

HPG'ê diyar kir, ku li Silopiyayê di encama çalakiya sabotajê ya gerîla de wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra hatiye îmhakirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Serdem û Şehîd Nûdem de, roja 8'ê Mijdarê saet di 07:30 de hêzên me navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî wesayiteke zirxî ya bi tîpa Kobra ku ji qereqola Gitê diçû herêma Giryareşê çalakiya sabotajê pêk anîn. Di encama çalakiyê de wesayita zirxî bi temamî îmha bû. Hejmara leşkerên kuştî û birîndar nehat zelalkirin."