Bi hezaran kes li Silopiyayê li dijî êrîşên kîmyewî meşiyan

Bi hezaran kesên li bajarokê Tilqebîn ê Silopiyayê li hev kom bûn, li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî yên li ser Gerîlayên Azadiyê yê Kurdistanê 'Meşa Mirovahiyê' lidar dixin.

Li dijî êrîşên bi çekên kîmyewî, li navçeya Silopiya ya Şirnexê 'Meşa Mirovahiyê' tê lidarxistin. Çalakî bi pêşengiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Meclîsa Dayikên Aştiyê, Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re (MED TUHAD-FED), Komeleya Çand û Yekîtiyê ya Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên Xizmên Xwe Winda Kirine ya li Dergûşa Şaristaniyê (MEBYA-DER), Navenda Çanda Mezopotamyayê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamya û Platforma Koçê tê lidarxistin.

Leşkeran bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseya gel kir ku berê gihiştî Tilqebînê. Tevî êrîşê jî girse belav nebû. Piştî ku bi sedan kesên ji noqteyên cuda hatin navçeyê jî tev li girseyê bûn, meş hat destpêkirin. Bi hezaran kes li nava zeviyan ber bi Rêya Armûşê ve dest bi meşê kirin. Di meşê de bênavber çepik tên lidarxistin, tililî tên berzkirin û girse dirûşmên “Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana Zapê", "PKK gel e û gel ki vir e” û "Bijî berxwedana gerîla” berz dikin.

Demek piştre girse gihişt ser Rêya Armûşê ku ber bi Deriyê Sînor ê Xabûrê ve diçe. Li vir, ji hêla leşkeran ve hatin astengkirin. Li ser vê yekê jî girseyê rê ji trafîkê re girt. Li ser vê yekê leşkeran careke din bi ava şid û bombeyên gazê êrîşî girseyê kir.

Girseyê piştî ku demekî dirêj rê li ber trafîkê girt, îcar li kolanan berbelav bû û dest bi meşê kir. Êrişên leşkeran ên li dijî çalakvanan didomin û girse jî ji bo ku hemû kom li cihekî bên ba hev û dest bi meşê bikin li ber xwe dide.

BI BOMBEYÊN GAZÊ Û FÎŞEKÊN PLASTÎK ÊRÎŞÊ PARLEMENTERAN KIRIN 

Bi hezaran kesan demekî dirêj rê li ber trafîkê girtin û piştre jî meşa xwe li kolanan berdewam kir. Li hêlekî êrîşa leşkeran berdewam dike û li rexa din jî girse careke din hate ba hev. Di vê navberê de fîşekên plastîk û bombeyên gazê yên ku leşkeran diavêtin girseyê, li Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr ketin. Ji ber guleya plastîk a li singê wê ketî, Îmîr bi ser hişê xwe ve çû. 

Ciwanên li kolanên din ên bajarokê li ber xwe didin, bi dirûşma “Bijî Serok Apo” û tililiyan xelekên govendê gerandin. 

LI GEL ÊRÎŞAN BERXWEDAN MEZIN DIBE

Her ku êrîşa leşkeran dewam kir, berxwedana gel mezin bû. Bi hezaran kes bi tenekeyên çopê li hemû kolanên bajêr barîkat danîn. Her wiha gel bersiva êrîşa bombeyên gazê û ava şid jî bi keviran da.

Di vê navberê de leşkeran li ber avahiya HDP'ê gule li hewayê reşandin. Hat hînbûn ku kesên hatine destgîrkirin hene.

Leşkeran bi gazê êrîşî daweta li bajêr jî kirin. Kesên ku beşdarî dawetê bûne, ji gazê bandor bûn. Xwediyên dawetê û kesên beşdarî meşê bûn bertek nîşanî leşkeran dan.

Berxwedana li her du aliyên Rêya Îpekê ya ku bajêr dike du beş, mezin dibe.

LEŞKERAN ÊRÎŞ BIRIN SER ROJNAMEVANAN

Leşkeran êrîş birin ser rojnamevanên ku meşê dişopînin. Hate ragihandin ku leşkeran rojnamevan avêtin erdê, pê li pişta wan kirin û êşkence li wan kirin.

GELEK KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Berxwedan li tevahî kolanên bajarok dom kir. Piştre jî leşkeran avêtin ser gelek malan. Leşkeran Sekreterê IKK ê TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan, Hevserokê HDP’ê yê Mersînê Hoşyar Yildiz,, Hevserokê Şaxa Egtîm Sen a Mêrdînê Mûstefa Bozan, Nûnerê Şaxa BES a Mêrdînê Mehmet Emîn Ozel, Beytocan Kirici, Sumeyye Kirici, Îbrahîm Kizilay, Cîhat Delek jî di nav de bi dehan kes hatin destgîrkirin.