Li Silopiya di meşa li dijî çekên kîmyewî de 32 kes hatin destgîrkirin

Li Silopiyayê di 'Meşa Mirovahiyê ya li Dijî Çekên Kîmyewî' ku bi hezaran kes tev li bûn de 32 kes hatin destgîrkirin.

Di pêşengtiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariya bi Kesên Xizmên Xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY DER) ya Amedê, Komeleya Lêkolînên Çand û Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER), Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM), Platforma Koçberiyê, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê de li bajarokê Tilqebîn a navçeya Silopiya ya Şirnexê li dijî bikaranîna çekên kîmyewî bi tev li bûna bi hezaran kesan meş hate lidarxistin.

Leşkerên ku êrîşî meşê kirin siyasetmedar û endamên sendîkayê jî di nav de 32 kes binçavkirin. Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: "Azîz Aksîn, Tevfîk Çetîn, Hoşyar Sariyildiz, Ahmet Bînay, Beytocan Kirici, Kemal Baran, Mûstafa Bozan, Ebrû Yalçin, Îsmaîl Tokkan, Rojevan Yilmaz, Salîh Dogan, Mahmût Ûlûs, Gûrbet Bozyîgît, Nevîn Tîryakî, Omer Balicak, Cahîde Ûdûm, Sumeyye Kirici, Zozan Kaplan, Mehmet Emîn Ozer, Hogir Çetîk, Aydin Aslan, Mehmet Abûzeytînoglû, Yûnûs Kiliç, Hasan Yildiz, Şehmûs Îke, Sebahattîn Genco, Huseyîn Akdogan, Şefîk Enûştekîn, Ecevît Ceylanci, Ertem Karakûş, Maşallah Erbey û Rodî yê paşnavê wî nehat hînbûn."