Li Silêmaniyeyê koma NRT û endamên Nifşê Nû hatin destgîrkirin

Ji bo şermezarkirina destgîrkirina Serokê Tevgera Nifşê Nû li ber dadgehê xwepêşandana protestoyî hate lidarxistin, lê xebatkarên NRT'ê û gelek kes di xwepêşandanê de hatin destgîrkirin.

Dadgeha Silêmaniyeyê, der barê Serokê Tevgera Nifşê Nû Sasîwar Abdulwahî de 3'ê Adarê biryara girtinê dabû.

Abdulwahîd piştî vê biryarê heman rojê bi sûcdariya "heqaret li xebatkarên dewletê kiriye" hate destgîrkirin. Der barê Abdulwahîd de du gilî hene. Dadgehê 3'ê Adarê li ser yek ji wan biryar da û Serokê Tevgera Nifşê Nû bi kefaletê berda. Lê belê li gorî giliyê duyemîn Sasîwar Abdulwahîd destgîr kir û dema girtîhiştina wî 24 saetan dirêj kir.

Tê payin ku li ser giliyê duyemîn roja Duşemê saet 12'an ê herêmê biryar bê dayin. Bi armanca şermezarkirina vê yekê gelek kes li ber dadgehê li hev civiyan, lê belê hêzên asayîşê êrîşî wan kirin.

Hêzên asayîşê gelek endamên tevgerê û du xebatkarên NRT TV'ê destgîr kirin. Li gorî NRT TV, zêdeyî 30 kes hatine destgîrkirin.