Li Silêmaniyeyê 'hikumeta rizgariya neteweyî' hate nirxandin

Komîsyona Hevpar a YNK û Tevgera Goran, bi rojeva krîza siyasî ya li Başûrê Kurdistanê li hev civiya û projeya 'hikumeta rizgariya neteweyî' nirxand.

Civîn duh êvarê li navenda Tevgera Goran a li Silêmanî pêk hat û nûnerên YNK û Tevgera Goran tevlî bûn.

Endamê Komîsyona Hevpar a YNK û Tevgera Goran Îmad Ehmed piştî civînê daxuyanî da çapemeniyê û got, ew li ser rê û rêbazên çareseriya krîza li herêmê axivîne.

Ehmed diyar kir ku wan pirsgirêkên rû dane û encamên pirsgirêkan nirxandine û destnîşan kir ku projeya 'hikumeta rizgariya neteweyî' ya ku Tevgera Goran pêşkêş kir, di demeke nêz de bibe projeyeke hevpar.

Ehmed got, wê di nava hefteyekê de careke din li hev rûnên.