Li Silêmaniyê wê sibê ji bo komkujiya Parîsê merasîma bîranînê bê lidar xistin

Bi wesîleya 10’emîn salvegera Komkujiya Parîsê, li Silêmaniyê wê sibe merasîma bîranînê bê lidar xistin.

Bi wesîleya salvegera 10ʹemîn a Komkujiya Yekemîn a Parîsê ku her sê jinên Kurd ên têkoşer Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) hatin qetilkirin, wê sibe li Silêmaniyê merîsimek bîranînê pêk were.

Merasîm ji aliyê Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) ve tê organîzekirin. Wê merasîma bîranînê di saet 13.00’an de li Hola Akoparkê pêk were. Wê di merasîmê de xelata Sakîne Cansiz pêşkêşî jinên ji bo mafên jinan xebat û têkoşînê dikin were kirin.