Li Silêmanî, Ranya û Çemçemalê dewleta Tirk hate protestokirin

Li gelek bajarên Başûrê Kurdistanê gel derketin derve û êrîşên dagirker ên dewleta Tirk ên li dijî Efrînê protesto kirin.

Ciwanên Silêmaniyê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û piştgiriya bi Efrînê re, bi pêşengiya Komeleya Gencanî Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer çalakiya protestoyê li dar xistin.

Ciwanan bang li gelê Başûrê Kurdistanê kir û xwestin bila gel li hemberî êrîşên dewleta Tirk têkevin nav hewldandan.

Li Ranyayê jî çalakiya protestokirina dewleta Tirk hate lidarxistin.

Li Baxê Giştî ronahî hatin tefandin û hat diyarkirin ku ew ê çalakî heta sibehê bidome.

Li navçeya Çemçemal a Silêmaniyê jî ji bo piştgiriya Efrînê çalakî hate lidarxistin

Di çalakiyê de ciwanan peyama piştgiriya Efrînê da û bang kirin ku divê li gelemperiya Başûrê Kurdistanê ji bo piştgiriya Efrînê çalakî bên lidarxistin. Her wiha ciwanan diyar kirin ku ew amade ne ji bo piştgiriya Efrînê biçin Efrînê jî.

Çalakî bi dirûşmeyên ‘Efrîn berdewama Kobanê ye’ û ‘Berxwedana Efrînê wê bi ser bikeve’ didome.