Li Sêrtê û Agiriyê girtin

Li Sêrtê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin, li Agiriyê jî 3 kes hatin girtin.

Pêkanînên qirkirina siyasî ya rejîma AKP/Qesrê ya li ser Kurdan bê navber didome.

SÊRT

Li navenda Sêrt û navçeyên wê di saetên sibehê de hemwext polîsan avêtin ser malan. Di serdegirtinan de gelek kesên hatin binçavkirin birin Midûryeta Meniyetê ya Bajêr û Fermandariya Jendermeyan. Rê ne hat dayîn kû parêzer kesên hatine binçavkirin bibîne.

Navê hinek kesên ku hatine binçavkirin wiha ne: “Serdem Kaya, Şivan Dîşlînar, Şemsettîn Ozgan, Selamîn Nardan, Şahîn Ongûlû, Mehemt Alî Ongûlû, Bedrettîn Ozgan, Nûrûllah Ongûlû, Mendûh Kumeç, Mehmet Kumeç, Meheet Şerîf Kumçe, Mehmet Şîrîn Ongûlû, Edîp Ongûlû, Abdullah Ongûlû, Sidik Yilmaz.

Di vê navberê de 7 kesên girtî yên li Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Sêrtê, duh di saetên sibehê de sewqî girtîgehên nû hatin kirin. Ji girtiyan Adem Destan, Adem Ozturk, Fefîh Koçer, Mehmet Aşkara, Suleyman Algan û Vahdettîn Erdemîç şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa T a Xarpêtê, Bakî Dûmûş jî şandin Girtîgeha Sergitî ya Tîpa F a Tekirdagê.

AGIRÎ

Li Agiriyê di serdegirtinên 22’yê Kanûnê de ya li ser gelek navnîşan, ji 5 kesên ku hatin binçavkirin 4 kes piştî karûbarên wan ên li emniyetê temambûn û şûn de sewqî edliyeyê hatin kirin. Piştî îfadeya li dozgeriyê bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistin û bi cihkirinê”sewqî dadgehê hatin kirin. Endam Meclîsa Giştî ya Bajêr Yûsûf Yakût, Rêveberê Berê yê HDP’ê yê bajêr Mehmet Salih Coşkûn û Rêveberê HDP’ê Resûl Sorgûç hatin girtin.

Dîsa, Xebatkarê Şaredariyê Alî Bariş ê ku di heman operasyonê de hatibû binçavkirin hê jî di bin çavan de ye.