Li Sêrtê çalakî, li Amedê şer

Gerîlayan li navçeya Berwarî ya Sêrtê çalakiya sabotajê kirin. Li navçeya Licê ya Amedê jî şer qewimî.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî şer û çalakiyan daxuyaniyek weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever de 4'ê Gulanê saet di 06:00 de li nêzî qereqola Osyan a navçeya Berwarî ya Sêrtê, kemîn danîn pêşiya yekîneyeke artêşa TC a dagirker û çalakiyeke sabotajê kirin. Di vê çalakiya bi bandor de hejmara zelal a leşkerên dijmin ên mirî û birîndar nehate tespîtkirin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê bi çekên giran li derdorê reşand û leşkerên xwe yên mirî û birîndar bi helîkopterên Skorsky ji herêmê rakir. Yekîneya me ya ku çalakî kir bi rengekî serkretî li qadên xwe vegeriya.

14'ê Nîsanê li qada Çemê Elîka yê navçeya Licê ya Amedê di navbera yekîneyeke me û artêşa TC a dagirker de şer qewimî. Di vî şerî de hevalekî me ku heta fîşeka dawî bi lehengî şer kir şehîd bû. Agahiyên li ser nasnameya hevalê me yê şehîd bû wê piştre bi raya giştî re bê parvekirin."