Li Serêkaniyê çi dibe?

Desthilatdariya AKP’ê ku li Serêkaniyê Kurd dorpêç kirine, dixwaze avaniya demografîk bi temamî biguherîne û Serêkaniyeke ‘Bê Kurd’’ ava bike.

Li Serêkaniyê ya Rihayê ku cîranê Serêkaniyê ya Roajva ye, di mehên dawî de li dijî Kurdan ling dane polîtîkayan. Şaredarê AKP’ê Menderes Atîlla ku li herêmê bi karên qirêj navê wî tê gotin, beriya niha jî wêneyên wî bi çeteyên El Nusra re li maleke Serêkaniyê derketibûn, li taxên Kurdan ablûkayê çêdike, nifûsa Ereb li navçeyê bi cih dike û bi demografiya bajêr dilîze. Bi sîstema nobedariyê karkerên şaredariyê bi kar tîne û xebatên sîxûriyê geş dike. Heta niha kiriye ku bi dehan malbatên Kurd navçeyê biterikînin, zilamên Atîlla li dijî Kurdan provakasyonan dikin, di rewşeke kaosê de plan dikin ku tevahiya Kurdên navçeyê ji navçeyê derxînin.

JI HEVALTIYA BI ÇETEYAN RE BER BI ŞAREDARBÛNÊ VE

Menderes Atîlla bi paşeroja xwe ya siyasî û bi têkiliyên xwe yên herêmê navekî balkêş e. Bavê Atîlla Seydo Atîlla beriya niha li Serêkaniyê şaredartî kiribû. Atîlla 1983’an di seroktiya baskê ciwanan a Partiya Miletparêzî ya Demokrasiyê kiribû. Atîla xwedî 7 şîrketên navnetewî ye û li Kerkûkê jî fabrîkeyake wî heye. 2009’an dema ku Suleyman Soylu Serokê Giştî yê Partiya Demokrat bû bû şaredarê Serêkaniyê, piştre derbasî AKP’ê bû û di hilbijartinên xwecih ên 2014’an de bi zexta desthilatdariya AKP’ê ya li ser gel bû şaredar. Atîlla beriya ku ji AKP’ê bibe şaredar Tebaxa 2013’an li malekê, li Serêkaniyê bi çeteyên El Nusra yên çekdar re wêneyên wî derketibûn.

DIXWAZIN PROJEYA NÎVCO A EWRENÊ DARBEKAR BI CIH BÎNIN

Serêkaniyê li ser sînorê Rojava ye. Sîstema dewleta Tirk her carê bi taybet berê xwe dayiyê. Cara pêşî bi Darbeya 12’ê Îlonê re Kenan Ewren ê darbekar ji bo ku ji Kurdan vala bike û avaniya wê ya demografîk biguherîne Efgan li Serêkaniyê hatin bicihkirin. Di vê demê de  TÎGEM’ê erazî dane Efganan û Efgan li vir mayinde bûn.

Projeya Darbeya 12’ê Îlonê ya bi mebesta guherandina demografiya Kurdistanê bi ser neket. Lê projeya ‘paqijiya etnîk’ a darbeya Evren piştî Şoreşa Roajva hewl tê dayin ku bi destê AKP’ê careke dî were pêkanîn. Piştî êrîşa çeteyên El Nusra a Tebaxa 2013’an a bi ser Serêkaniyê ya Rojava de û piştî ku derbên giran ji YPG’ê xwarin û reviyan, AKP bi zext û zordariyê, di hilbijartina 2014’an de dest li ser şaredariyê danî. Menderest Atîlla jî anîne ser şaredariyê ku dema çeteyên Nusra êrîş anîn ser Serêkaniyê wêneyên wî bi çeteyên çekdar ên Nusra re derketibû.

ATÎLLA DI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ DE MIROVAN DIXE LÊPIRSÎNÊ

Kurdên ku li navçeyê dijîn dibêjin li navçeyê her tişt di destê Atîlla de ye û ti fonksiyona qeymeqam û midûrê emniyetê nîn e. Şêniyên navçeyê dibêjin kesên ku têne binçavkirin gelek caran dibine avahiya şaredariyê, ber Atîlla. Beriya bi 15 rojan jî 3 ciwanên Kurd li ser sînor piştî ku hatine girtin, li bînahiya şaredariyê ji hêla Atîlla ve lêpirsîn wan hatiye kirin.

EREBAN BI CIH DIKIN

Malbatên Kurd li Serêaniyê em bi wan re axivîn diyar kirin beriya hilbijartina 2014’an gelek Ereb anîne navçeyê lê di van mehên dawî de ev hê zêdetir bûye. Li gel Erebên ku ji Akçakale û Harranê anîn, eşîra Menederes Atîlla jî di nav de gelek eşîrên Ereb ên herêmê tînin navçeyê û bi rengekî mayinde bi cih dibin. Erebên ku anîne navçeyê li taxa Bahçelîevler, li herêma ku jê re Kumes Evler dibêjin bi cih bûne. Gelek guundên Akçakale û Heranê jî bi Serêkaniyê ve girêdidin û nifûsa Ereb a navçeyê tê zêdekirin.

 

Bi hezaran Ereb ên ku ji Sûriyê anîne, li kampên bi navê Tîlhamût û Wêranşar a TÎGEM’ê dimînin. Şêniyên navçeyê dibêjin Erebên ku ji Sûriyê hatine têkiliyên wan bi çeteyan re hene.  Erebên ku li van kampan dimînin tînin navenda bajêr kar didin wan û zemînê çêdikin ku li bajêr bi rengekî mayinde bimînin.

HEWAYA DAGIRKERIYÊ

Li navçeyê alayên Tirk li her kuçe û kolanê xistine. Bi taybetî bi kirina alayê ya van demên dawî hewaya dagirkirinê çêkirine, zexta psîkolojîk li ser malbat û dikandarên Kurd dikin da ku ew jî alaya Tirk daleqînin.

TAXÊN KURDAN HATINE DORPÊÇKIRIN

Taxên ku Kurd lê dijîn ên wekî Cumhuriyet, Bariş, Antep, Aydinlik, Inkilap û Yenîmahalle hatine dorpêçkirin, wesayitên zirxî tim diçin û tên. Bi taybetî kesên HDP û DBP’yî tim têne şopandin, polîs tim li GBT’ya ciwanên Kurd dipirsin. Di vê demê de bi sedan ciwanên Kurd, rêveberên partiyê û yixtiyar hatin binçavkirin. Bi karkerên ku xistine şaredariyê, bi nobedariya taxê xebatên sîxûriyê têne geşkirin, gav bi gav Kurdan dişopînin û her tiştê ku dikin ji emniyetê re tê gotin.

DIXWAZIN KURDAN JI NAVÇEYÊ DERXÎNIN

Ji ber zext û zordariya li ser Kurdan heta niha 150 malbat neçar man ku ji navçeyê koç bikin. Ji bilî vê her wiha Menderes Atîlla û zilamên wî dixwazin li navçeyê provkasyonan bikin, dixwazin Kurdan bînin provakasyonê, şerekî mezin derxînin û pê re jî dixwazin Kurdan ji navçeyê derxînin, Serêkaniyê ji Kurdan vala bikin.

TÊ XWESTIN KU KEMBERA EREB WERE ÇÊKIRIN

Desthilatdariya AKP’ê hinceta xilaskirina ‘Pêvajoya Çareseriyê’ jî Temûza 2015’an bi kuştina du polîsên Serêkaniyê ve girêdabû. AKP dixwaze Serêkaniyê bi temamî bike Ereb. Hin jêderkên herêmê dibêjin destwerdana li demografiyê tenê bi Serêkaniyê re wê sînordar nemîne. Bal tê kişandin ser wê ku dewleta Tirk û desthilatdariya AKP li Şeyhvelet a ku nêzî sînorê Mêrdî-Rihayê ye heta bi Kilîsê dixwazin ‘Kembera Ereb’ deynin. Serêkaniyê yek ji cihê herî girîng ê vê xetê ye lê payin ku cihên wiha li ser vê xetê zêdetir bikin.