Li Serdeştê kolberekî Kurd hate kuştin
Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberên Kurd dewam dikin. Li ser sînorê Serdeştê kolberekî din hate kuştin.
Êrîşên rejîma Îranê yên li dijî kolberên Kurd dewam dikin. Li ser sînorê Serdeştê kolberekî din hate kuştin.
Li nêzî gundê Betûşî yê ser bi bajarê Serdeşt ê Rojhilatê Kurdistanê, kolberekî Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate kuştin.
Çavkaniyên herêmî gotin, duh bi şev saet 22'an, kolberê bi navê Piştîwan Moîn ê 24 salî li nêzî gundê Betûşî ji aliyê hêzên Îranê ve hate kuştin.