Li seranserî Başûrê Kurdisanê 15’ê Sibatê hate şermezarkirin

Li gelek navend û navçeyên Başûrê Kurdistanê mîna gelek deveran Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi çalakiyên cuda hatin şermezarkirin.

SILÊMANÎ

Xelkê Silêmaniyê dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan û dimşin.

Welatiyan posterên Rêber Ocalan bilind kirin û bê navber dirûşemeyên ‘Bijî berxwedana Îmralî’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ diqêrin.

HEWLÊR

Nûnertiya HDP’ê ya li Başûrê Kurdistanê bi rasthatina 22’emîn salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li bajarê Hewlêrê daxuyaniyek çapemeniyê da.

Hevserokê Nûnertiya HDP’ê Hekîm Hatib di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û destpêkê bi tundî komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd şermezar kir.

Hekîm got ku komplogeran dixwest di kesayeta Rêber Ocalan de, Gelê Kurd ji holê rakin, lê negihiştin armanca xwe.

Hekîm di dewama axaftina xwe de diyarkir ku Bakurê Kurdistanê veguherandina zindanek mezin û dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî dewam dike.

Herî dawî Hekîm balkêşa ser xwe berxwedana girtiyên siyasî ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan û piştgiriya HDP’ê ya ji bo berxwedana li zindanan dubare kir.

ŞENGAL

Bi sedan şêniyên Şengalê di salvegera 22’emîn a Komploya Navneteweyî ku dijî Rêberê Gelê Kurd hatiye pêkanîn de, meşek lidar xist û ev peyam dan: “Şengalek azad wê encax bi fikrên Rêber Ocalan ava bibe. Lewma divê her kesî zêdetir gelê Êzidi xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve.”

Meşa ku bi pêşengiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê hat lidarxisn, ji  deriyê serekê yê bajaroka Sinûnê destpê kir û heya çerxerêya bajarokê dom kir.

Di meşa ku nûnerên sazî û rêxsitinên civaka Êzidî û bi sedan kes beşdar bûn de, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin vekirin. Her wiha dirûşmeyên ji bo azadiya Rêber Ocalan hatin berzkirin.

Piştî meşê Hevseroka Desteya Rêverb a Şengalê Rîham Hiço li ser navê girseyê daxuyanî xwend.

Daxuyanî wiha ye:

“Di pêvajoyekî ku Rojhilata navîn qeyranên siyasî, civakî û çandî bi giranî berdewan dikin de, fikir û felsefeya Rêber Apo weke findekê jiyana tevahî gelên bindest ronî kir. Pergala desthilatdar a kapîtalist dixwest hemû çand û baweriyên ku koka civaka xwezayî temsîl dikin tine bike û bi vî şewazî hebûna xwe bidomîne. Bi taybet dewletên Ewropayî û Rojavayî dixwestin bi mudaxeleya Rojhilata Navîn, xilaskirina netewên ku li hember pergalê li berxwe didin û çanda xwe diparêzin hedef girtin. Lê Rêbertî bi fikir, raman, ked û tekoşîna xwe ya mezin rê li pêşiya vê qirkirin û tinêbûnê girt, li hember berjewediyên wan bû kelem. Bi taybet nêrînên ji bo azadiya jinan ji bo fikrên qirêj yên desthilatdariya mêr wekî xençerekî bû. Ji ber ku desthilatdariyê dixwest jiyanê û civakê di şexsê jinê de perçe bike. Ji bo vê jî kîn û acizbûnek pir mezin a serdestan li hember Rêbertî çêbû. Li ser vî esasî komploya navnetewî hat çêkirin. Wan wisa hesab kir ku bi dilgirtina Rêbertî re ewê ser bikevin. Lê ev 22 salin di bin şert û mercên pir zahmet de, di bin îşkenceyên derunî û fîzîkî de Rêbertî bi fikrên xwe bi ronahiya xwe Rojhilata Navîn her biriqand. Hem keda Rêbertî hem berxwedana gel û hem ji çalekiyên gerîla ev komploya bi bin xistin û kesên bi fikrên azadiyê hatin xemilandin li derdora Rêbertî xelekeke ji agir çêkirin. Diruşmeyên kes nikarê roja me tarî bike û bê serok jiyan nabê bersîva herî mezin a li hemberî komployê ye.

Deshilatdar û taybet dewleta Trik  nehe jî dixwaze vê komployê bi şêwazên cuda berdewan bikin û di vê çaroêoveyê de bi nêzîkbûna salvegera 22’an berê xwe dan herêmên Baûrê Kuristan û yabey garê lê dewleta Trik rastî berxwedaenk bê hempa a gerîla hat, di herçarparçeyên Kurdistanê ge  ji roja despêka a kompiloyê heya roja îro li ber xwe didin.   Civaka Êzidî a kefnar ku di dîrokê de gelek zilm ji destê dewleta Osmanî dîtiya Herî dawî bi fermana 74’an ve dixwestin planên qirêj yên nîvço mayî li ser Rojhilata Navîn û gelên bindest temam bikin. Rêbertî gîrîngiyekî mezin dide civaka me ya Êzidî. Ji bo pêşî girtina fermanê şervanên ku bi fikir û ramanên Rêbertî mezin bûne hatin hewara me û carek din nehiştin ku ew hesabên plangeriyên qirej serbikevin. Ger ku em weke civak hebûna xwe berdewam dikin û em bûne xwedî parastin, nêrîn, îrade û rêxistin ev ji bi saya Rêbertiya azade.

Gefên vê dawiyê yên dewleta Trik a li  ser Şengalê jî em ji kompiloya 15’ê Sibata 1999’an qut nabînin. Çawa wê demê xwestin bi dîlgiritna rêber APO rê li ber azadiya gelan bigirin nehe jî dixwazin. Bi gef û êrîên li ser Şengal û rêxistina Êzdiyan  kompiloyê  bibin serî.

Ger em wek civak naxwazin carek din bi fermanan re rû bi rû bimînin divê em xwe li ser fikir û felsefeya Rêbertî rêxistin bikin. Ji ber ku rêya xweserî, xwebûn û serkeftinê rêya xwedîderketina Rêbertî Apo ye. Ji her kesî zêdetir divê gelê Êzidi xwedî li Rêbertiya xwe derbikeve. Li ser duruşmeya azadiya Rêber Apo, azadiya Êzidxanê ye, divê em kar bikin. Şengalekî azad wê encax bi fikrê Rêbertî ava bibe û em dibêjin bi xweseriya Şengalê dîwarê Îmarliyê hilweşînin.”

Piştî daxuayniyê, li ser navê sazî û rêxsitinên Şengalê jî axaftin hatin kirin û komploya 15’ê Sibatê hat şermezakirin.

KERKÛK

Li Kerkûkê bi dirûşma “Dem dema azadiyê ye” li dijî Komploya 15’ê Sibatê meşek hate lidarxistin û komplo hate şermezar kirin.

Di saet 14:00’an de ji aliyê Rêxistina Jinên Azadîxwaz ên Kurdistanê (RJAK) ve li taxa Serçinar a Kerkûkê meşek li dijî Komploya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate organîzekirin.

Di meşê de wêneyên Rêber Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana Îmralî”, “Faşîst Erdogan” û “Dem dema azadiyê ye” gotin.

Di meşê de li ser navê Komîteya Azadiya Ocalan Nivîskar Letîf Fatih Ferec daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ji beriya 22 salan dewletên serdest bi komployekê Rêber Ocalan dîl girtin û xwestin bi dîl girtina Rêber Ocalan re îradeya Kurdê azadîxwaz jî dîl bigrin. Di dewamê de hate gotin, “Lê 22 sal di ser dîlgirtina Rêber Ocalan re derbasbûn, gelê Kurd bi fikir û ramanê vî rêberî têkoşînê gihand asta herî jor. Ji bo azadiya Rêber Ocalan jî divê gelê Kurd têkoşîna xwe hîn zêdetir bike û bigihîne encamê.”

Piştre li ser navê RJAK’ê jî daxuyaniyek ji aliyê Dilvan Ekrem ve hate xwendin. Di daxuyaniya RJAK’ê de jî komploya 15’ê Sibatê û dewletên tevlî komployê bûne hate şermezarkirin. Her wiha hate gotin, jin bi yekrêziyê li dijî komploya navnetewî têdikoşin. Berxwedaniya çalakgerên greva birçîbûnê hate silav kirin û hemû şehîdên li dijî komployê canê xwe feda kirine hatin bibîranîn.