Li ser xirbeyê xaniyê xwe yê bi zorê hate xerakirin, kon veda

Malbata Ak a ji Sûrê, ku li ser xirbeyê xaniyê xwe yê bi darê zorê tevî alavên tê de hate xerakirin kon vedaye, ligel hemû gef û êrîşan jî bi biryar e ku cih û warên xwe neterikîne.

Dewleta Tirk, bi navê 'veguherîna bajêr' de li taxên Alîpaşa û Lalebey ên Sûrê, 90 ji sedî yê xaniyan xera kiriye. Li van taxên ku wê bibe navenda rantê, hîmê avahiyên nû tê danîn.

Malbata Ak, ku li ser xaniyê xwe yê hatiye xerakirin kon vedaye, Sûr neterikandiye û bi heman e li binê vî konî dijî. Malbata Ak, ku sala 1990'î ji gundê Kaziktepe yê navçeya Çinarê koçî taxa Alîpaşa ya Sûrê kir, tevî ku zext û zora koçkirinê lê tê kirin jî, di nava şert û mercên zehmet de jiyana xwe didomîne. Malbata ji 6 kesan, ji ber ku cihekî ew biçê nîne, wê zivistanê di binê kon de derbas bike. Li binê kon sobeyek daniye û bi vî rengî hewl dide xwe germ bike.

Cotikên malbatê yên 5 salî Çiyager û Zîlan, ji ber ku di nava xirbeyê xaniyan de dilîzin, bi enfeksiyonê ketine. Dayika 56 salî Mevlude Ak jî ji neçarî avê bi bîdonan ji mizgeftê tîne. Malbat hewl dide jiyana xwe bêyî elektrîkê bidomîne. Xwarina xwe jî li ser êgir çêdike.

TIRSA WAN A HERÎ MEZIN, BARAN E

Ji ber ku xaniyê wan tevî hemû eşyayên tê de hate xerakirin, li binê konê malbata Ak tenê çend firax û betanî hene. Her şeş ferdên malbatê, ji bo xwe germ bikin di ber hev re radikevin. Di van rojan de tirsa wan a herî mezin baran e. Mevlude Ak anî ziman, ku cihekî ew biçin nîne, lewma li binê kon dimînin û hevserê wê karê kirîn û firotina xurdeyan dike û rewşa wan a aboriyê nebaş e. Ak got, "Em bi lez û bez ji xaniyê me derxistin. Ez li Sûrê mezin bûm. Zarokên min jî li Sûrê mezin bûn. Em bi cihekî din nizanin, nikarin li cihekî din bijîn."

EM Ê DEST JI SÛRÊ BERNEDIN

Ak diyar kir, ligel ku wan xaniyê xwe nefirotine jî hatiye xerakirin û anî ziman, ku piştî hilweşandina xanî ji wan re gotine ku mîna sedeqeyê wê 50 hezar TL bidin, lê bi vî pereyî li ti cihê Amedê xanî nikare bê girtin. Ak destnîşan kir, ku wê dest ji Sûrê bernedin û got, "Xaniyê me tevî eşyayên tê de bi serê me ve anîn xwarê. Zarokên min, ji bo xaniyê me xera nekin gelekî hewl dan. Nehiştin ku em eşyayên xwe jî derxînin, hema di cih de em ji hundirê xanî derxistin. Xaniyê ji bav û kalê me mayî xera kirin. Lê wê nikaribin me ji ser erdê ku tabûya xwe li ser me ye derxînin. Jiyana me li Sûrê derbas bû. Bi ewqas zarokan em ê bi ku ve biçin? Ji me re dibêjin 'biçin'. Em nikarin biçin."

BI MEHAN E AV Û ELEKTRÎK LI SER HATINE BIRÎN

Ak bal kişand ser zor û zehmetiya jiyana xw ekir û got, bi hatina zivistanê re wê jiyana wan hê zehmet bibe. Ak ragihand, ku ji ber toz û gemarê zarokên wan bi enfeksiyonê ketine û got, "Bi min re jî nexweşiya tansiyon û şekir heye. Timî nexweş dikevim. Avê ji mizgeftê tînim. Dema ku avê tînim, gêj dibim. Lê wekî din çareya min nîne. Em niha ne bi tenê di vê rewşê de ne. Bi mehan e av û elektrîk li ser me birîne. Ji ber ku cihekî em biçin nîne, em ê zivistanê li vir derbas bikin. Em ê ti carî dest ji Sûrê bernedin."