Li ser şopa Mûstafa Malkoç têkoşînek bê eman

Mûstafa Malçok di sala 1996’an li Amedê ji dayik dibe. Piştî ku ciwanê Kurd Mûstafa Malçok bedenê xwe dide ber agir û xwe feda dike gerîla Mûstafa jî biryara xwe ya hatina çiyayên Kurdistanê dide û di sala 2012 an tevlî nava refên azadiyê dibe.

‘Azadî bêberdêl nabe.’ Keç û xortên Kurdan di rêya têkoşîna azadiyê de gav bi gav li hemû deverên Kurdistanê xwe feda dikin. Qîrîna azadiyê carna di çalakiya keça ciwan Evrîm Demîr de carna agirê ku di bedena Mûstafa Malçok de digihîşt asîman. Ava Mezîn ango Dîcle vê carê şahidiya qehremaniyekî wiha dikir ku li hember heqîqeta ciwanekî Kurdan bi coşî diherikî. Bi xwe re jî sedan, hezaran ciwanên Kurd tevlî vê coşî dikir.

Yek ji wana jî gerîla Mûstafa Malçok nasnav Berat Bozkurt bû. Gerîla Mustafa xwedî derketina têkoşîna fedayî yê mezin Mûstafa Malçok wek erkekî herî bingehîn dibîne û hê di temenekî ciwan de berê xwe dide refên têkoşînê. Lewra hêj di temenê xwe yê ciwan de bi çalakiya fedayî yê Mûstafa Malçok re têdigihîje ku azadî bêberdêl nabe. Bi bawerî û biryardariyek mezin berê xwe de qadên azad ango warên ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Sedema tevlîbûna xwe bi heyecanek mezin bilêv dike û dibêje; ‘Rêheval Mûstafa Malçok hevalê me bû. Piştî ku li ber ava Dîcleyê agir berda bedenê xwe wê demê têkoşîna azadiyê zêdetir bala min kişand. Dûvre jî lêgerînên min destpêkirin.’ Ango çalakiya mezin ya Mûstafa Malçok wek ronahiyek bêhempa bi hezaran Mûstafayên hemdem ava dike.

‘JIYANA GERÎLA WARÊN HERÎ AZAD IN’

Piştî çalakiya mezin ya ciwanê Kurd Mûstafa Malçok, gerîla Mûstafa (Berat Bozkurt) lêgerînên xwe zêdetir dike. Wek gelek ciwanên Kurd gerîla Mûstafa jî li hember êrîşên dijmên ên qirker nikare bêdeng bimîne û ruxmê temenê xwe yê ciwan bi zanistî berê xwe dide çiyayên Kurdistanê. Gerîla Mûstafa bi heyecanek mezin yekemîn car dîtina xwe ya gerîlayên azadiyê parve dike û dibêje; ‘Em li cîhekî benda hevalan man. Ji dûr ve di nava tarîtiya şevê de heval xwuya bûn. Bi rastî bejna herduyan jî dirêj bûn. Dema ku min heybetê hevalan dît ez demekî li cihê xwe mam û fikirîm. Min got; ‘bejna me kin e lê ya hevalan dirêj e, emê kengî wekî wan hevalan bibin. Dema ku em derbasî cihê şervanê nû bûn bi rastî ji bo ku em fêrî jiyana gerîla bibin hevalên wir gelekî bûn alîkar, lê belê em zêdetir ji sekna gerîla bandor dibûn.’

‘GAVÊN YEKEMÎN YA GERÎLATIYÊ TI CARÎ NAYÊ JIBÎR KIRIN’

Yekemîn gavên xwe yên gerîlatiyê li vihê ku lêji dayikbûyî davêje û fêrî têkoşîna azadiyê dibe. Gerîla Mûstafa di her demê jiyanê de bi rûkenî û dilnizmiya xwe hebûna xwe nîşan dide. Bi ciwantiyê xwe hestên xwe yên herî paqij bi rêhevalên xwe re parve dike û dibêje; ‘Wateya hevaltiyê bi jiyan kirinê re fêr dibûn. Hevaltiya rast bi jiyan kirin û nirxdayînê re derdikeve holê. Temenê mirov çi dibe bila bibe dema dibe gerîla û ji bo jiyanek azad berê xwe dide çiyayên Kurdistanê wê demê nirxekî hevpar a jiyanê ava dibe. Ew jî dibe wateya hevaltiyê. Di pêvajoya sala 2012’an ya şerê gelê şoreşgerî de tevlîbûn wek şensekî mezin bû. Lewra di qadên şer de herî zêde jî hevaltiya me hêzek mezin ava dikir. Di wî temenê ciwan de zêde zanistî dibe ku nebe, lê tişta diviyabû bê kirin armancê xwe ji bîr nekirin û di şerê azadiyê de erkên ku dikeve ser milê me bi serkeftî pêkanîn bû. Ji ber vê yekê li qadên Bakur yekemîn gavên xwe yên gerîlatiyê avêtin, ji bo min perwerdeya herî mezin bû. Gelek hevalên hêja min nas kir. Bi taybetî fermandarên wek Numan û Devrîman mînakên herî mezin in ku her tim rêya me ronî dikin. Di şertên herî zehmet de sereke tiştên ku difikirîn parastina hevalên xwe bûn. Ev jî hêzeke mezin di me de ava dikir.’

‘EMÊ TOLA ŞEHÎDÊN XWE RAKIN’

Gerîlayê HPG’ê Mûstafa Malçok berya ku derbasî qadên Bakur bibe hestên xwe tîne ziman û dibêje; “Di Akademiya Mahsum Korkmaz de dîtina perwerdeke leşkerî û birdozî ji bo min şensekî mezin bû. Niha li pêşiya me pêvajoyek dijwar heye. Ez bawer dikim em ê di sala 2018’an li Bakurê Kurdistanê şerekî herî mezin û serkeftî bimeşînin. Berya niha dijmin bi awayekî herî hovane êrîşê Efrînê kir, divê em tola hevalên xwe û gelê xwe rabikin ji bo vê yekê jî divê em şerê xwe mezintirîn bikin ku bersivekî xurt bidin. Tecrîtekî giran li ser Serokatiya me tê ferz kirin, ji bo ku em vê tecrîtê bişkînin û teqez azadiya Serok Apo misoger bikin, divê têkoşîna me jî mezin be. Amadekariyên me hene û çûyîna qada Bakur jî ji bo min şensekî ye da ku erkên xwe pêk bînim. Çi erkên ku dikevin ser milê min ez ê heta dawî pêkbînim da ku Serok Apo û gelê xwe azad bikim. Em ê tola şehîdên xwe rakin.”

Gerîla Mûstafa Malçok li bajarê Amedê sala 2018’an di meha Cotmehê de encama şerekî bi hêzên dagirker ya Tirkiyê re tevlî karwanên şehîdan dibe.