Li ser şopa dayika xwe gerîlatiyê dike

Gerîlaya YJA Starê Roza Nûjîn ji Serdeştê ye, ku dayik û bavê wê bi salan li çiyayên Qendîl û Asosê pêşmergtî kiriye. Nûjîn niha hewl dide xewn û xeyalên wan ên nîvcomayî bi cih bîne.

Roza Nûjîn ku doza nîvcomayî ya dayik û bavê xwe di sala 2017'an de da ser milê xwe, anî ziman ku bi şîretên dayika xwe fikrê Ocalan nas kiriye û niha jî li qadên ku ew lê têkoşiyan têdikoşin.

Gerîlaya YJA Starê Roza Nûjîn di sala 1995'an de li Serdeştê ji dayik bû. Piştî şerê kendavê dest pê kir dayik û bavê wê rahiştin çekê û derketin serê çiyê. Dayik û bavê wê ku ji Partiya Demokrat in, bûn pêşmerge û şer ikrin. Dayika wê jê re qala rola mezin a jinan a di vî şerî de dike û dibêje ku tevî vê yekê keda jinê çawa ji nedîtî ve hatiye. Piştî ku şerê kendavê bi dawî bû Partiya Demokrat bi çend fraksiyonan parçe bû. Dayik û bavê wê demekê li çiyê dimînin û piştre vedigerin Serdeştê.

DAYIKA MIN BAL DIKIŞAND SER GIRÎNGIYA RÊBERTÎ

Roza Nûjîn anî ziman ku dayika wê fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lêkolîn dikir û qala şîretên dayika xwe kir: "Digot ku ji ber Kurd ne yek bûn, di nava xwe de rêxistinbûyî nebûn û xwedî rêberekî neteweyî nebû ku pêşengiyê ji wê demê re bike, Kurdan encam ji wî şerî wernegirtin. Bi taybetî qala perspektîfên Rêbertî yên li ser azadiya jinê dikir. Min jî Rêbertî meraq dikir. Her wiha dilê min dişewitî ku dayik û bavê min ji têkoşîna xwe encam wernegirtibûn. Ji ber vê yekê hem ji bo xwe azad bikim hem jî bi Kurdistanê re gelê Rojhilata Navîn azad bike tevlî nava refên PKK'ê bûm."

ASSOS WASIYETA DAYIKA WÊ BÛ

Roza Nûjîn di sala 2017'an de tevlî nava refên gerîla bû û rawestgeha wê ya destpêkê jî çiyayên Qendîl û Asosê bû. Roza Nûjîn li vê xaka ku dayik û bavê wê bi salan têkoşiya, ew bû gerîla û lê vegeriya û got, "Dayika min digot 'eger bimirim min li Asosê veşêrin' Gelekî ji Asosê, ji xaka ku lê şer kir hez dikir. Dema ku ez hatim vê xaka ku dayik û bavê min lê şer kirin û bi hezaran şehîd lê çêbûn, min ji kûrahî ve hîs kir ku ji bo Kurdistanê çiqas berdêl hatine dayin. Vê carê ji bo azadiya Kurdistanê min got divê xewn û xeyalên nîvcomayî bi cih bînim. Em gelekî bi şens in, ji ber ku Rêberekî me heye ku di asta gerdûnî dîrokî de şîroveyan dike û dersê derdixîne û xwedî paşerojeke ronak in."