Li ser rêya Farqînê cenazeyê du kesan hat dîtin

Li ser rêya di navbera Farqîn û Bismilê cenazeyê Mûhammet Beraat Kaganaslan; dîsa heman rojê li ser rêya navçeya Hezro jî cenazeyê Mehmet Can Çelîk bi rengê ku hatine gulebarankirin hatin dîtin.

Şivanên ku pezên xwe li ser rêya Farqîn û Bismil ên Amedê diçêrand cenazeyek dîtin.

Ji ber ku cenaze hatibû perçekirin û hin jê nemabûn piştî kar û barên otopsiyê hat diayrkirin ku cenaze ayîdê Mûhammet Kaganaslan ê ku nêzî 20 roj beriya niha wenda bibû ye.

Di encama otopsiyê de derket holê ku Kaganaslan bi gulebaranê hatiye kuştin. Piştre malbatê cenaze li goristana navçeya Hezro veşart.

Di heman rojê li ser rêya navçeyên Farqî û Hezroyê jî cenazeyek ku piştre hat zanîn yê Mehmet Can Çelîk e hate dîtin.

Li gorî agahiyên hatine girtin dihat îdiakirin ku der heqê Mehmet Can Çelîk weke gumanbarek di bûyera wendabûyîna Mûhammet Beraat Kaganaslan de lêgerîn hebûye.

Peydabûna cenazeyên wan di heman rojê de û li cihên cuda îşareta pirsê tîne hişê mirovan.