'Li ser rastiya Rêber APO lêkolînên xwe kûr bikin'

Gerîlayê bi navê Adir Bustîn, ku sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû, li ser beşdariya xwe got, "Ji bo ku bersivên rast bidim pirsên xwe yên weke; bi rastî jî ez çi me û ji bo çi dijîm, beşdar bûm."

Gerîlayê bi navê Adir Bustîn, ku sala 2015'an de tevlî nava refên gerîla bû, li ser beşdariya xwe got, "Ji bo ku bersivên rast bidim pirsên xwe yên weke; bi rastî jî ez çi me û ji bo çi dijîm, beşdar bûm."

'PERGALA DIBISTANÊ WEKE GIRTÎGEHAN E'

Adir Bustîn ku tevahî jiyana xwe di dibistanên dewletê de derbas kir, li ser pergalê û fikrên dibistanan wiha axivî: "Jiyana min bi giştî li dibistanan derbas bû. Di dibistanên dewletê de pergal bi taybetî jî li ser kesayetan disekine. Vê jî li dibistanên şevê (YIBO) dikin.Ji xwe bi taybetî jî li ser vê bingehê hatine avakirin. Ji bo ku te ji çanda te û ji civakbîyîna te qut bikin. Bêguman di dibistanê de kesên ku xwe li hember vê pergalê diparastin jî hebûn, lê yên ketine kemîna dewletê de jî hebûn. Di YIBO'yan de destûr nîne ku mirov malbata xwe bibîne. Ev jî dihêle ku mirov ji malbata xwe qut bibe. Ya herê girîng jî mirovan ji ziman û çanda wê qut dike û dûr dixe. Ev dibistanên navborî bi giştî weke girtîgehane. Hem weke çêkirina wê hem jî pergala ku tê de hatiyê avakirin jî." 

'BI RASTÎ EZ ÇI ME Û JI BO ÇI DIJÎM?'

Gerîla Adir nava gotinên xwe de balê dikşîne ser sedemên tevlîbûna xwe û dewam dike;  "Eger mirov di nava neyarên xwe de bijîn, mirov rastiya wê û tiştên bi serê mirovan ve tîne, dibîne. Piştî ku ez bi vê hesiyam, tevlî nava têkoşînê bûm. Her çiqasî min PKK nas dikir jî, lê zanebûneke kûr û bîrdozî tine bû. Bi taybetî jî jiyana wê ewqasî kûr nasnedikir. Min bi vê dizanî; dewlet û pergala wê xirab e, lê têkoşîn û jiyana PKK'ê ya rast e. Ji ber pergala ku me tê de bûn, ti tiştekî bida mirovan tine bû. Jiyanekê ku mirov jê re bibêje jiyan jî nîne. Her tişt bê wate û dubare bû. Ji ber vê yekê ez bi xwe ketibûm nava bê çaretiyekê. Di nava wê pergalê de ne coş û ne jî heskirina jiyanê, ti tişt tine bû. Gava min li paşeroja xwe difikirî, min digot 'ez bibim karmendê dewletê jî wê her tişt bi heman rengî be'. Ango jiyanek vala bû. Rastiya ku pergal di kesayetiya mirovan de dafirîne jî wiha lê dike; Pergal wisa li mirovan dike ku çavê mirovan qet têr nabe. Li hember madiyetê qet têr nabe û daîmî birçî ye. Tevahî fikrandinê mirovan li ser pere ye. Di nava wê de gelek qirêjî hene. Ji ber vê yekê mirov nikare jê re bibêje jiyan. Mirov piştî demekê tê wê astê ku ji xwe dipirse û dibêje, bi rastî jî ez çi me û ji bo çi dijîm?"

'PKK MIROVAN JI NÛ VE AVA DIKE'

Rastiya ku gerîla Adir di nava PKK'ê de dîtiye û jiya ye, bi van gotinan vedibêje: "Gava ez tevlî nava refên gerîla bûm heya demekê jî matmayî bûm. Ji ber mirov ji jiyanekê vala dikeve nava jiyaneke gelek dagirtî. Min li ser jiyan û hevaltiya PKK'ê gelek tişt bihîstibûn lê gava mirov yekser tê bi xwe di nava wê de dijî, gelekî cuda ye. Di nava jiyana me de mijara ku ez bi xwe herî zede jê bandor bûm jî hevaltiya rast û samîmî ye. Di pergalê de mirov vê nabîne. Wisa bûye ku bira ji bo birayê xwe canê xwe feda nake, lê di nava me de hevalê mirov ji bo ku tiştek bi hevalê din neyê canê xwe feda dike. Wekî din fikir û ramanên Serokatî gelek bandora xwe li ser min kir. Fikrê Serokatî gelek civakî ye. Pergala baviksalarî mirovan bê kesayet dihêle, lê PKK jî mirovan ji nû ve dafirîne, dike xwedî kesayet. Mîna ez li vir bûme xwedî hêzek wisa ku dikarim fikrê xwe bidim diyar kirin, nêrînekê bidim. Pergal xwe li ser helandina mirovan ava dike. Tu vane dibînî û nas dikî, ji ber vê jî hêrsa mirovan a ji bo têkoşînkirinê zêdetir dibe."

Adir di dawiyê axaftina xwe de bang li ciwanan kir, ku bi taybetî rastiya xwe bibînin. Gerîla Adir got, "Ji bo ciwanên Kurd banga min ew e, ku bila li ser rastiya Rêber APO lêkolînên xwe kûr bikin. Bila bi exlaqî û wîjdanî nêz bibin ku rastiyê bibînin, neyarên xwe baş nas bikin û beşdarî nava refên gerîla bibin."