Li ser petrola Kerkûkê li hev kirin

Hate ragihandin ku Îran û Iraqê li ser petrola Kerkûkê li hev kirine.

Hate ragihandin  ku Wezîrên Petrolê yên Îran û Iraqê ji bo şandina petrola Kerkûkê li hev kirine, ku xeteke boriya petrolê çêbikin.

Têkildarî mijarê Wezîrê Petrolê yê Iraqê Cebar El Luaibî got: "Niha petrola Kerkûkê bi tankêran û rojane di navbera 30-60 hezar varîlî tê şandin. Lê em ê di navbera Kerkûk û Kirmaşanê de xeteke boriyê çêbikin û em plan dikin rojane nêzî 300 hezar varîl petrol bişînin."

Wezîrê Petrolê yê Îranê Bejen Zengene jî rojek berê di civîna Rêxistina Welatên ku Petrolê Îhraç Dikin (OPEC) de gotibû ku ji bo petrola Kerkûkê wê di navbera Kerkûk û Kirmaşanê de xeteke boriyê were avakirin.