BI DÎMEN

Li ser komkujiya Kobanê 9 sal derbas bûn: Divê bên darizandin û cezakirin

Malbatên komkujiya Kobanê di 9’emîn salvegera komkjiya Kobanê de gotin, divê berpirsyarên komkujiya Kobanê ku di encamê de 253 kes hatin qetilkirin, bên darizandin û cezakirin.

Di 25’ê Hezîranê de çeteyên DAÎŞ’ê dora saet 4’an sibehê xwe berdan nav bajarê Kobanê û hejmarek ji gundên wê;

Li gorî tiştên ku ji şahidên bûyerê hatine vegotin, ji bilî rêbazên sekvanî û teqînên xwekujî, bi rêbazên serjêkirin û kuştina ji nêz ve ya bi çekan qetlîamên hovane pêk anîn. Çeteyan li van taxan; li nêzîkî nanpêjxaneya Elî û avahiya Meclîsa navçeya Kobanê, li ser rêya Helebê, başûrê bajêr, li derdora Benzînxaneya Mistefa Derwîş ya li ser rêya Şêranê, li rojhilatê bajêr, bi taybetî taxên Kaniya Kurdan û Mektla, li bakurê bajêr li taxa Gumrikê, li navenda bajêr li nêzî qada Azadiyê, li sûka El-Hal a kevin, Nexweşxaneya Meştenûr, Kolana 48’an, li gundên Tarmik, Berxbatan komkujiyên hovane pêk anîn.

Çeteyên DAÎŞ’ê yên ketibûn wan taxan asê man û ji ber wan şêniyên bajêr jî nêzî sê rojan asê mabûn. YPG û YPJ’ê di wê demê de karîn sivîlên asê mayî rizgar bikin û bi wesayîtên zirxî û ambûlansan derxistin derveyî bajêr. Bi taybetî Daristana Kobanê sivîl lê koçber bibûn û li gundê Mezreat Dawûd bi sedan kes mabûn. Du şevan bi sedan welatî li ser sînorê Tirkiyê ku rê nedihat dayîn derbas bibin û bi sedan jî li Rojava asê mabûn.

Rêbazên herî hovane yên serjêkirin û gulebarankirinê li dijî gelê Kobanê pêk anîn. Bi kurtasî her cure amûrên ku di asta navneteweyî de hatine qedexekirin û her cure rêbazên dermirovî yên ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatin bikaranîn.

Çeteyan bi cil û bergên Yekîneyên Parastina Gel û ‘Artêşa Azad’ êrîşî sivîlên di malên wan de kirin, ketin malên wan û her kesê ku rastî wan dihat şehîd dikirin. Li gorî gelek raporên rêxistinên mirovî, komkujiya ku ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatiye kirin, derketiye asta qirkirina Kurdan.

Sara Hesen Elî ku hevjîna şehîd Mihemed Reşo ye wiha qala wan kêliyên komkujiyê dike, "Piştî çend mehan li ser şerê li Kobanê derbas bibû, hinekî ewlehî pêk hatibû li bajar. Sibeh bû em di xewde bûn wekî her car di malên xwe de, seat di navbera 4 û 5`an berbanga sibehê de bû, dengê guleyan hat û her çû ew deng bilindtir bû. Ev deng ji kur tê? Çima ev deng tê? Hîna em ji hev dipirsin gelo ev çi denge gotin ku ev şahiya rêzgarkirina Navçeya Sirînê ye. Her çû deng bilindtir bû. Hevjînê min jî Mihemed derket derve û hîna dipirse ku gelo raste ev şahiya rêzgarkirian Sirînê ye an na. Cîranê me jî derketibûn derve û got ku ka em biçin bipirsin ka çi diqewime. Hevjînê min Mihemed û cîranên me xwe li wesayîtê kirin û berê xwe dan navenda bajêr. Dema ku gihîştin navenda bajêr hinekan bi cil û bergên şervanên me yên YPJ û YPG`ê li xwe kirine dîtin."

Sara Hesen Elî, da zanîn ku hevjînê wê Mihemed li navenda bajêr tê qetilkirin û wiha domand, “Cîranê me jî bi giranî birîndar dibe û piştî ku çete ji wan dûr dikeve, bi halê xwe yê birîndar xwe digihîne me. Piştre di navbera Bakur û Rojavayê Kurdistanê de teqîna mezin pêk hat, ew teqîn hîna di mejiyê me de deng vedide. Dengê hawarê heta van kêliyan di mejiyê me de ye. Wê şefaqa ku hawara Kobanê ezman qetand, hemû gelê Kobanê ku bi meşê berê xwe dabûn nava daran û girê Til Şiîrê. Gelek ji wan zarok, hevjîn, bira, xwîşk û dayîka wan şehîd bibû. Em jî bi wê qeflê gel re ber bi Til Şiîrê ve çûn, em hemû kom bûn, her du kurên min jî li nexweşxaneyê ye û nexweşxane jî ji aliyê çetan ve hatibû dorpêçkir in. Piştî dorpêş hat şikandin, zarokên min hatin. Cenazeyê hevjînê min hat veşartin. Hîna ew şefaqa reş di mejiiyê me de ye, kêliyeke nayê ji bîrkirin. Dijmin jî her xwestine bi rêya van komkujiyan Kurdan qir û tune bikin. Lê em hene kes nikare me tune bike.”

Fîras Ehmed Ataş ku dayîk û di birayê wî di komkujiya Kobanê de şehîd bûne axivî û got, "Di berbanga sibehê de bi dengê teqînê em ji xew şiyar bûn. Yekser me berê xwe da wir û me dît bi dehan cenaze li erdê ye, piştî ku ambulans hat me cenazeyên xwe rakirin, lê tam me nizanî bû ku DAÎŞ ketiye Kobanê. Hêdî hêdî ji wir ve ez ber bi mal ve çûm. Ez nêzî malê bûm min hevalekî xwe li ser rê dît, dema ber bi malê ve ez hatim ji min re gotin DAÎŞ ketiye Kobanê. Hîna em wiha dibêjin me dît ku gule ber bi me ve hatin. Malbata min jî yekser xwe xistin malê û derî li ser xwe girtin. Min li dor xwe nêrî min dît kurê birayê min di ling û piyê xwe de birîndar bûye û dikule. Min xwe gihand wî û çek ji destên wî girt. Çete gule dibarandin ser me. Li wir min li hemberî hejmarek çete şer kir. Piştî gule qedî me berê xwe da deriyê sînor. Di wê pevçûnê de ji dest û kêleka xwe birîndar bûm. Haya min ji malbatê nebû. Di wê komkujiyê de her kes belav bibû. Ji ber birîna min giran bû ez ser hişê xwe çûbûm, li nexweşxaneyê Bakurê Kurdistanê min çavên xwe vekirin. Min hewl da ku xwe bigihînim malbatê, piştre min bihîst ku dayika min û du birayên min di wê komkujiyê de şehîd bûne. Ez hatim Pîrsûsê û bi ambulansê berê min dane Kobanê û ez hatim malê. Rojeke nayê pênasekirin hîna ez dibêjim belkî xewne. Lê wê xewnê bira û dayîka min ji min stand.”

Wehîde Şêx Nebî ku hem bav û hem jî zarokê wê li pêşiya çavên wê şehîd bûne jî wiha got, “Bavê min mêvanî li mala me bû, ew bi xwe hatibû gel hevalekî xwe û wê rojê jî li mala min ma. Ez û bavê xwe heta sibehê bi hev re man şiyar û bi ken û henekan me xatir ji şeva xwe xwest, lê min nizanî bû ku ev şev şeva dawî ye û ew ken jî nema weke wê şevê ji dil derdikeve. Bavê min roja din di berbanga sibehê de ji xew şiyar bû û çû desmiya xwe girt da ku nimbêja xwe bike. Bavê min nimêja xwe dikir dengê gule û teqînê hat. Em derketin derve û me dît ku derî teqiyayî ye. Ma em çi zanin ku ev belaye û pêla xwe ber bi meve tê. Kurê min yê bi çûk jî hîna di dergûşa xwe de bû û em jî hemû ber bi deriyê sînor ve reviyan. Dengê qîrîn û hawarê bû. Di wê êrîşa qirkirinê de min bav, kurê xwe, xaltiya xwe, birayê hevjînê min, birayê xwe yê din û hevjîna wî winda kir. Tev şehîd bûn. Mabûm matmayî. Qîr û qiyametbû. Heta em sax bin em vê bûyerê ji bîr nakin. Em dixwazin di derheqê çeteyan û berpirsyarê komkujiyan de doz bên vekirin û darizandin.”