Li ser cenazeyê girtî Ûgûr Siddik şopên êşkenceyê hatin dîtin

Li ser cenazeyê girtî Siddik Ûgûr ku li Girtîgeha Tîpa T a navçeya Qûbînê ya Êlihê hate qetilkirin şopên êşkenceyê hatin dîtin.

Girtiyê bi navê Siddik Ûgûr di 25’ê Gulanê de li Girtîgeha Girtî Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê bi awayekî gumanbar jiyana xwe ji dest da.

Di weneyên ku piştî otopsî û karê barên olî hatin kişandin de hat dîtin ku di stûyê wî de şopên ben, di serî wî de jî şopên derbê hene.

Hat hînbûn ku Siddik Ûgûr beriya hefteyekê xistine hucreya yek kesî.

Ûgûr li Şirnexê di 14'ê Adara 2016'an de bi qedexeya derketina derve re di dema terora dewletê de di 10'ê Kanûna 2016'an hatibû girtin, 17'ê Tîrmeha 2017'an hatibû berdan, piştî salekê di 19'ê Kanûna 2018'an de jî careke din hatibû girtin.

Ûgûr ku destpêkê xistin Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Şirnexê, piştî ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê lê hate birîn di 23-25'ê Cotmeha 2021'ê de li Girtîgeha Şirnexê di dema êrişa gardiyanan a li ser girtiyan de birîndar bûbû.

Rêveberiya girtîgehê bi gotina 'Kesê serî hil dide' Ûgûr kir hedef û ew sirgûnî Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Qûbînê ya Êlihê kiribû.

Herî dawî 22'ê Gulanê dema ku bi telefonê bi malbata xwe re axivî, ji malbatê re gotibû ku ew xistine hucreya yek kesî.