Li Semsûrê oprasyonên qirkirina siyasî: 3 kes hatin destgîrkirin

Di operasyonên qirkirina siyasî ya li Semsûrê de 3 kes hatin destgîrkirin.

Piştî serdegirtina malan a 9’ê Adarê ya li navçeya Çêlikan a Semsûr a ji aliyê jendermeyan ve hate kirin û 6 kes hatin destgîrkirin û şûnde îro 3 kesên din hatin destgîrkirin.

Navê kesên hatine destgîrkirin wiha ne: “Hevşaredarê DBP’ê yê dema berê ya bajarokê Bulam ê navçeya Çêlikan Mehmet Çaglan û Cevahîr Buyukşahîn û endamê HDP’ê Erdal Çaglan, Adiguzel Demrîcî, Hasan Buyukşahîn, Erdal Un, Veylsel Demîrcî, Nûrettîn Çaglan û Îsmaîl Toptaş.

Yên hatine destgîrkirn li Fermandariya Jendermeyan a Semsûrê tên ragirtin.