Li sê bajaran gelek kes hatin binçavkirin, 11 kes hatin girtin

Li Wan, Mûş û Amedê operasyonên qirkirina siyasî dewam kirin.

Operasyonên Qirkirina Siyasî yên AKP/Qesr li hemberî Kurdan dimeşînin, dewam dikin. Li Wan, Mûş û Amedê gelek kes hatin binçavkirin, 11 kes jî hatin girtin.

WAN

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser gelek malên li navenda bajarê Wanê û navçeyan. Di serdegirtina li taxa Şabaniye ya li navçeya Artemêtanê de hevseroka MEYA-DER a Şaxê Wanê Nerîman Ûrar û gelek kes hatin binçavkirin. kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Emniyetê ya bajêr. Li navçeya Şaxê jî Alîkarê Hevşaredar Tûrgût Babûr hat binçavkirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

MÛŞ

Li Mûşê, polîsan avêtin ser nobeda "Ji Ocalan re Azadî" ya li taxa Yeşîlyûrtê. Di dema serdegirtinê de rêveberên HDP'ê yên bajêr Sadrettîn Çapin û Cesîm Aslan hatin binçavkirin. Li aliyê din, 11 kesên di 2ê Tebaxê de li taxên cuda yên navenda Mûşê hatibûn binçavkirin, ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Mûhsûn Yilmaz, Tûgba Yilmaz, Naîm Sevînç, M. Alî Ozmen, Vedat A ydin, Omer Koç, Medenî Sola, Mesût Şanci, Ergun Gundogdû, Fûat Erol û kesê bi navê Sidki ji aliyê dadgehê ve bi îdîaya "endametiya rêxistinê" hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.

AMED

Welatiyên tevlî meşa li gundê Sisê yê navçeya Amed Licê bûn, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Ocalan hat lidarxistin, dema vegeriyan Hênê ji aliyê polîsan ve hatin sekinandin. Polîsan nasnameya kesên di wesayîtan de kontrol kirin û Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Cemal Akdemîr, rêveberên DBP'ê Îbrahîm Demîr, Huseyîn Opçîn, Mehmet Bulbul û Hatîp Opçîn binçav kirin. Binçavkirî birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li aliyê din, li navçeyên navendî yên Amedê îro danê sibehêoperasyonên hemwext bi ser gelek malan de pêk hatin. Di encama êrîşa ser malan de endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Salih Keleş û Ebûbekîr Budak, Kerîm Şahîn, Baran Harman, Mesut Yilmaz, Ahmet Elîçî, Gelî Baran, Azat Tahîroglu, Fuat Sevînç û welatiyê bi navê Hakan ê paşnavê wî nehat hîn bûn hatin binçavkirin. Hînceta binçavkirinan ne hate hîn bûn û siyasetmedar û welatî li Midirûyeta Polîsan tên ragirtin. Tê diyarkirin ku hejmara binçavkirina zêde bibe. 

Wekî din welatiyê bi navê Osman Tîmur, Bariş Taş û Abdullah Îlhan duh li ser rêya Licê di nuqteya lêgerînê de hatin binçavkirin. Welatiyên bi navê Rojîn Guler û Omer Aktaş jî dûh li Amedê hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Polîsan a Amedê. 

Ji bilî van welatiyên hatin binçavkirin, welatiyên bi navê Mehmet Heval Candan, Şaban Alkanli, Bariş Aydin, Îbrahîm Kurban û Omer Zengîn beriya 6 rojan, welatiyên bi navê Zeynep Gunduz, Mustafa Kiliç û Suleyman Aslan beriya 6 rojan û welatiyê bi navê Recep Eskîcî jî beriya 3 rojan hatin binçavkirin. Hînceta binçavkirina welatiyên nayê zanîn û ew li Midûriyeta Polîan a Amedê tên ragirtin.