MYK a DEM Partiyê bi rojeva 'Banga 27'ê Sibatê' li hev dicive
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (MYK a DEM Partiyê) ji bo nirxandina banga Rêber Apo û bûyerên têkildarî mijarê li hev dicive.
Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (MYK a DEM Partiyê) ji bo nirxandina banga Rêber Apo û bûyerên têkildarî mijarê li hev dicive.
Civîn wê bi serokatiya Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan li navenda giştî ya partiyê pêk were.
Di civînê de wê 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêber Apo, civînên gel û hevdîtinên bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl ên piştî bangê wê bêne nirxandin.
Her wiha serdanên DEM Partiyê yên li welatên Ewropayê, Rûsya û gelek welatên din, encamên van serdanan wê bêne nirxandin.
Di rojeva civînê de naveroka hevdîtinên malbatê yên li Îmraliyê bi wesîleya Cejna Remezanê hatin lidarxistin jî heye.
Roja 10'ê Nîsanê endamên Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Bûldan û Sirri Sureyya Onder bi Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokkomar Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin ku ev hevdîtin jî yek ji xalên rojeva civînê ye.