Li Seqizê gaza xwezayî teqiya: 11 kes mirin 42 kes jî birîndar bûn

Li bajarê Saqiz ê Rojhilatê Kurdistanê ji ber teqîna gaza xwezayî 11 kes mirin, 42 kes jî birîndar bûn.

Li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê di dema dawetekê de gaza xwezayî teqiya.

Xeta gaza xwezayî ya li salonê ji bo germkirina avahiyê dihate bikaranîn teqiya. Di teqînê de 11 kes mirin.  Ji 11 kesên mirin 5 jî zarok in. Di teqînê de 3 jê rewşa wan giran 42 kes jî birîndar bûn. Hikûmetê li Rojhilatê Kurdistanê rojek şîn îlan kir.