Li Rojhilatê Kurdistanê zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin

Li Rojhilatê Kurdistanê, piştî çalakiyên ji bo şermezarkirina tetbîqata ku gefê li referandûma Başûrê Kurdistanê dixwe hatin kirin, hêzên rejîma Îranê li gelek bajaran zêdeyî 100 kes kirin binê çavan.

Rejîma Îranê, ji bo gefê li referandûma li Başûrê Kurdistanê bixwe, li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê dest bi tetbîqata leşkerî kiribû. Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî çalakî hatin lidarxistin û ev gefa rejîmê hate şermezarkirin. Piştî çalakiyên protestoyî, hêzên rejîmê avêtin ser gelek malan û heta niha zêdeyî 100 kes kirine binê çavan.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, îstîxbarata Îranê (Îtlaat) û polîsan li eyaleta Sinê û bajarên Saqiz, Mahabad û Ciwanroyê, her wiha li gelek herêmên din ev du roj in diavêjin ser malan. Di serdegirtinan de heta niha zêdeyî 100 kes hatin binçavkirin.

Tê gotin, di serdegirtinên şevê de, welatî bi lêdanê hatine binçavkirin û ew birine navendên Îtlaatê. Hejmara zelal a kesên di nava du rojên dawî de hatine binçavkirin nehate eşkerekirin. Rêxistinên mafên mirovan dibêjin, vê hejmarê 100 derbas kiriye.

Wekî din, li meydana Îqbalê ya li Sinê jî 7 ciwan bi zorê hatin binçavkirin. Her wiha hêzên rejîmê bi rêya telefonê li dehan kesî geriyane û ji wan xwestine ku biçin navendên Îtlaatê.

Piştî binçavkirinan, malbat jî li gelek bajaran li ber navendên Îtlaatê li hev civiyan û çalakiya rûniştinê dikin. Tê gotin, endamên Îtlaatê gef li malbatan jî xwarine û ji wan re gotine, "Eger hûn neçin malên xwe, em ê we jî bigirin binê çavan." Malbatan jî bang li saziyên çapemeniyê û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bi hestiyarî tevbigerin.