Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes xwe dikujin

Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kesên ku xwe dikujin pir zêde bûne. Li gorî malperekê li Rojhilatê Kurdistanê di nav 8 mehan de 190 kesî xwe kuştiye.

Li groî Kolbernewsê li Rojhilatê Kurdistanê di nav 8 mehên pêşî yên sala 2019'an de 190 kesî xwe kuştiye û ji nav 93 jê jin in.

Di nav van kesan de ku xwe kuştine 44 jê temenê wan kêmî 18'an e û tê diyarkirin her meh bi giştî 23 kes xwe dikujin.

Li Îranê ji ber krîza siyasî, civakî û aborî giran bûye mirovên ku xwe dikujin zêde dibin.

Rejîm her çendî îstatîstîkên rastîn veşêre jî hin rayedar dibêjin xwekuştin bûye mîna hêlekê.