Li Roboskî du kesên din hatin binçavkirin
Li Roboskî, beriya bîranîna qurbaniyên komkujiyê 2 kesên din hatin binçavkirin. Jendermeyan her wiha gef li malbatan xwarin.
Li Roboskî, beriya bîranîna qurbaniyên komkujiyê 2 kesên din hatin binçavkirin. Jendermeyan her wiha gef li malbatan xwarin.
Li Roboskî, hêzên dewleta Tirk avêtin ser malan û birayê Nadîr Alma Hîkmet Alma û bavê Mûhammet Encu Ubeydûllah Encu hatin binçavkirin. Her du kesên hatin binçavkirin, birin Fermandariya Jendermeyan a li Qilabanê.
Wekî din, li gorî agahiyan Fermandariya Alayê ya Gulyazi gef li malbatên qurbaniyan xwariye û ji wan re gotiye "Eger hûn merasîma bîranînê lidar bixin, yên binçavkirî wê werin girtin."
Li Roboskî pêr Serokê Roboskî-Derê Velî Encu, ku kekê Serhat Encu yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da ye, tevî xwişka Hamza Encu Taybet Encu û aktîvîstên Aştiyê Yannis Vasîlîs Yaylali û Meral Geylanî hatibûn binçavkirin.