Li Rihayê girtî ketine greva birçîbûnê: Em gav bi şûn ve navêjin

Pênc girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Cûrnê Reş a Rihayê dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirine. Girtiyên ku li hember zextan dest bi grevê kirine gotin: “Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn em bi şûn ve gav navêjin.”

Serhat Bûlût ê li Girtîgeha Tîpa T a Hejmar 2 a Cûrnê Reş a Rihayê bi rêya telefonê li gel malbata xwe axivî û ragihand ku li gel 4 hevalên xwe li dijî binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveber kirine.

Bûlût diyar kir ku divê sînordariyên li ser hevdîtina vekirî, sobhet, çûna atolye, qadên sipor û bikaranîna cihên hevpar û dîsa dayîna amûrên peywendîdayînê bên rakirin.

Bûlût diyar kir ku li qawîşa B-2 Emrûlah Orûc, qawîşa B-4 Îlyas Dogan û qawîşa B-5 jî Cahfer Sabir û Kasim Karataş duh bi hev re dest bi greva birçîbûnê kirine.

Bûlût bal kişand ku nexweşên giran derman nakin û got. “Nexweşên girtî yên nexweşiya wan giran derman nakin, her roja diçe rewşa wan giran dibe. Hinek caran hevalên me yên diçin nexweşxaneyê, ji pişt ve kelepçe dikin, bi saetan didin sekinandin. Piştre jî hevalên me tedawî nakin û vedigerînin. Ev pêkanînekî kêfî ye. Roja borî kêm mabû hevalekî xwe winda bikin, tevî vê jî nebirin nexweşxaneyê. Her roja diç zext zêde dibin. Cihê jiyanê û civakî li me teng dikin. Şewb kirine fersend.

‘HETA DAXWAZÊN ME PÊK NEYÊN ÇALAKÎ WÊ MEZIN BIBE’

Bûlût diyar kir ku xwestine bi rêveberiya girtîgehê re bicivin, lê daxwaza wan hatiye redkirin û got: “Heta ku daxwazên me neyên bicihanîn em gavekê jî bi şûn ve navêjin. Her roja diçe jiyanê li me teng dike û derfetên heyî ji destê me tên girtin. Bi ti awayî daxwaz û pêwîstiyên me nayên bicihanîn. Wiha bidome heta dawî em ê bibin û bi me 5 kesan jî çalakî namîne. Li pêşberî hemû daxwazên me şewbê datînin. Şewb li vir kirine fersend.”