Li Riha û Colemêrgê du kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Pirsûs a Rihayê û li Colemêrgê yek jê endamê meclîsa şaredariyê yê HDP'î du kes hatin destgîrkirin.

Polîsan serê sibê li navçeya Pirsûsê ya Rihayê bi ser mala endamê Meclîsa Şaredariya Pirsûsê Ahmet Orçîn de girtin û ew destgîr kirin. Nehat zanîn ku Orçîn ji ber çi hêncetê hatiye destgîrkirin û ew birin Miduriyeta Polîsan a Rihayê.

Polîsan vê sibehê li navenda Colemêrgê jî bi ser malekê de girtin. Polîsan lêgerîn li malê pêk anî û pişt re kurê malbatê Abdullah Kaya (19) destgîr kirin. Hat zanîn ku Kaya bi hênceta “alîkarî bi rêxistinê re kiriye” hatiye binçavkirin û birin Miduriyeta Polîsan a Colemêrgê.